Êrîşên AKP/Qesrê li gelek bajarên Swêdê hatin şermezarkirin
Komkujiyên ji aliyê faşîzma AKP'ê ve li dijî gelê Kurd tên kirin û girtina siyasetmedarên Kurd, li gelek bajarên Swêdê hatin şermezarkirin.
Komkujiyên ji aliyê faşîzma AKP'ê ve li dijî gelê Kurd tên kirin û girtina siyasetmedarên Kurd, li gelek bajarên Swêdê hatin şermezarkirin.
Komkujiyên ji aliyê faşîzma AKP'ê ve li dijî gelê Kurd tên kirin û girtina siyasetmedarên Kurd, li gelek bajarên Swêdê hatin şermezarkirin.
STOCKHOLM: Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gulan Kişanak û Firat Anli duh piştî nîvro çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Çalakgeran rêya herî qelebalix a bajarê li trafîkê girtin û li pêşiya firoşgeha H&M a li Drottnîngsgatanê çalakî lidar xistin. Çalakgeran li ser zext û zordariya dewleta Tirk a li şaredariyên Kurdan tên kirin, daxuyanî dan çapemeniyê û belavok li mirovên li derdorê belav kirin.
VASTERAS: Li bajarê Vasterasê, li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, xwepêşandanek hate lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şaredariyên Kurdan hatin şermezarkirin. Hunermend Dilşad Hewlêrî li xwepêşandana li navenda bajêr axivî û diyar kir, ew ê qebûl nekin ku hikûmeta AKP'ê ji bo tinekirina destketiyên gelê Kurd êrîşî Rojava û Bakurê Kurdistanê bike. Hewlêrî got, gelê Kurd wê li her cihî li kantonên xwe yên li Rojava û vîna gel a li Bakurê Kurdistanê şaredariyan, xwedî derkeve. Hewlêrî bang li Swêd û Yekîtiya Ewropayê kir, ku li dijî komkujî û girtinên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, helwestê nîşan bidin.
OREBRO: Ji ber binçavkirina Gultan Kişanak û Firat Anl, li bajarê Orebro yê Swêdê bi sedan kesî xwepêşandanek lidar xistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Orebro Ridvan Altûn li xwepêşandana li meydana Vaghûstorgetê axivî û got, "AKP ne tenê li dijî gelê Kurd, her wiha ji bo hemû mirovahiyê gefek e. Li dijî vê gefê divê her kes destekê bide Tevgera Azadiyê ya Kurd." YNK û Tevgera Goran jî daxuyaniyên nivîskî weşandin û piştî dan çalakiyê.