Êrîşa nîjadperest a li Kaşê hat şermezarkirin
Êrîşa nîjadperest a li Kaşê hat şermezarkirin
Êrîşa nîjadperest a li Kaşê hat şermezarkirin
Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê û Platforma ji Nîjadperestî û Neteweperestiyê re bêje bes e, bûyera Mahîr Çetîn ê di êrîşeke nîjadperest de hat qetilkirin şermezar kirin.
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)’ê û Platforma ji Nîjadperestî û Neteweperestiyê re bêje bes e, têkildarî ciwanê Kurd Mahîr Çetîn ê li navçeya Kaş a Antalya di êrîşeke nîjadperest de hat qetilkirin li ber Lîseya Galatasaray daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniya ku pankarta, "Qatilê Mahîr Çetîn pergala dewletê ya nîjadperest e" Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Abdulbakî Boga ji bo bertaka li dijî êrîşa nîjadperest daxuyanî bi Kurdî xwend. Boga got ku wê ji niha û pêve tevayî daxuyaniyan bi Kurdî bide û bûyera rû daye ne ji rêzê ye. Boga wiha axivî: "Ev êrîş di encama polîtîkayên nîjadperest û asîmîlasyonîst ên dewletê de pêk hatine.”
Boga bang kir da ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu dest ji bikaranîna zimanê cudakariyê berdin kir û diyar kir kêliyek berî ya din divê êrîşkarên Çetîn qetil kirine bên aşkerakirin û got ku heya nîjadperestî bi dawî dibe wê têkoşîna xwe bidomînin.
‘BILA JI ÊRÎŞKARÊN NÎJADPEREST HESAB BÊ PIRSÎN’
Li gel vê endamên ÎHD'ê û Platforma ji Nîjadperestî û Neteweperestiyê re bêje bes e, bi dirûşmaya “Em hemû Mahîr in, Em hemû Kurd in!” daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila qatilên nîjadperest hesab bidin” hat vekirin û dirûşmaya “Ji gelê Kurd re azadî” hat gotin.
Daxuyaniya li ser navê Platforma Bêje Bes e Ayşe Demîrbîlek xwend. Demîrbîlek got ku ji bo di pirsgirêka Kurd de şer bi dawî bibe û aştiya demokratîk bê avakirin divê ji êrîşkarên nîjadperest ên li Kaşê hesab bê pirsîn.