Erdogan li Yewnanistanê hate protestokirin
Serokkomarê Tirk Receb Tayîp Erdogan di dema serdana ji bo Yewnanistanê de li Atînayê hate protestokirin.
Serokkomarê Tirk Receb Tayîp Erdogan di dema serdana ji bo Yewnanistanê de li Atînayê hate protestokirin.
Serdana Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan a ji bo Yewnanîstanê hate protestokirin.
Navenda Çanda Kurdistan, Serokê Giştî yê Laîkiye wezîrê berê Panagîotîs Lafazanîs, komên anarşîst û kêmneweyetên ku bi mecbûrî Tirkiye terikandin li Atînayê serdana Erdogan protesto kirin.
Girseya gel li Omonîayayê dest bi meşê kirin û heta gihiştin Navenda Academîayê bê navber dirûşmeyên ‘Faşîst Erdogan’, ‘Dîktator Erdogan’ qîr kirin.
Li Navenda Academîayê mîtîngek hate lidarixistin.
Li ser navê Navenda Çanda Kurd Mûsa Gimgim axivî û êrîşa dewleta Tirk a faşîst ya li dijî Mexmûrê şermezar kir.
Gimgim got ku ‘Hatîna dîktator Erdogan a ji bo Yewnanîstanê ne rast e’ û got ku hatina Erdogan a ji bo Yewnanistanê nayê qebûl kirin.
Girseyê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ çalakî bi dawî kirin.