Erdogan heqaretan li Barzanî dike, medyaya PDK'ê bêdeng e

Erdogan ji ber referandûmê heqaretê li Barzanî û Kurdan dike. Erdogan ji Barzanî  re dibêje, "Li cihê xwe rûnê. Pere, pûl û petrola te heye. Vehewe. Qaşo wê dewleta serbixwe ava bike."

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di axaftina Mezûniyeta Akademiya Polîsan de heqaret li referandûma li Başûrê Kurdistanê û heqaret li Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî kir. Erdogan ji Barzanî re got ku, "Li cihê xwe rûnê. Pere, pûl û petrola te heye. Vehewe. Qaşo wê dewleta serbixwe ava bike. Wê encama vê serboriya te jî husran be."

'BARZANÎ XWE AVÊT NAVA AGIR'

Erdogan diyar kir ku Barzanî xwe avêtiye nav agir û got, "Rewşa li Bakurê Iraqê rewşeke xemgîn e û em dikarin heq jê derkevin. Heke em bi hev re tevbigerin em ê karibin gelek encamên baş werbigirin lê Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê bi pêngava serxwebûnê re xwe avêtiye nava agir."

'PERE, PÛL Û PETROLA TE HEYE…'

Erdogan di dûmahîka axaftina xwe de got ku, "Ka kî serxwebûna te qebûl dike? Li cihê xwe rûnê. Pere, pûl û petrola te heye. Vehewe. Qaşo wê dewleta serbixwe ava bike. 350 kîlometre sînorê me bi hev re heye, gelo te ev tişt bi me re nîqaş kir? Gelo te bi Îranê re nîqaş kir? Qaşo ji sedî 92 'Erê' derketiye û ji sedî 72 beşdarî lê hatiye kirin. Me gelek tiştên wisa dîtiye."

PARANOYAYA LAWRENCE!

Erdogan ji ser Lawrence yê ku Ereb li dijî Osmaniyan rakir serhildanê peyamên xwe da û got, "Wê ev serborî hursan be. Rayedarekî wan gotiye ku 'Haya me jê tune ye ku alayên me û yên Îsraîlê li gel hev in.' Berê MOSSAD'a Îsraîlê bi wan re bûn, niha dîsa ev tişt gur bûye. Wê Lawrence vê carê bi ser nekeve, divê hûn vî tiştî baş bizanibin."

MEDYAYA PDK'Ê LI HEMBERÎ HEQARETAN BÊDENG E

Ji aliyê din ve jî bêdengiya medyaya PDK'ê ya li hemberî heqaretên Erdogan û rayedarên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Barzanî balê dikişîne. Medyaya PDK'ê nûçeyên wekî ‘AKP dostê Kurdan e' hê jî dide weşandin.