Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan daxuyaniya ku têkildarî fuzeyên Patriot dayî ragihand ku, di vê çarçoveyê de ji bo NATO leşkeran bişîne Tirkiyeyê pêwîst nake ku destûrê ji Meclîsê bistînin. Erdogan got, “Axa me, axa NATO’yê ye.”
Erdoganê ji bo Civîna D-8 çûye Pakîstanê bersiva pirsên rojnamevana da û dema daxwaza bicih kirina fuzeyên Patriot ji NATO’yê nirxand got; “Gava hatiye avêtin eve: Li gorî madeya çaremîn axa me axa NATO’yê ye.”
Erdogan diyarkir ku, “Dê van fuzeyan li kuderê bicih bikin bicih nakin, dema endamên Hêzên me yên Çekdarî guncaw dîtin, wan kuder guncaw dît dê li wir bicih bikin.” Erdogan îdîakir ku, “Ev hemû ji ber parastinê ye, yanî li dijî êrîşekî ku li aliyê din bê tedbîreke.”
Erdogan destnîşan kir ku, “Di aliyê jimar de nediyare ku dê NATO çend leşkeran bişîne, ne gengaze em bizanin.” Erdogan aşkera kir ku, “Ev pêkanîn ji ber ku ya NATO’ye pêwîst nake destûrê ji Meclîsê bigirin.”