Erdogan gote Macron,’Ji bejna xwe derbas neke’
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, gef li Serokkomarê Fransayê Macron xwar, ji ber ku Macron şandeya Rojava qebûl kir.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, gef li Serokkomarê Fransayê Macron xwar, ji ber ku Macron şandeya Rojava qebûl kir.
Erdogan di civîna Serokên Bajan de ya li navenda giştî ya partiya xwe axivî û bal kişande ser hevdîtina beriya niha bi Macron re.
MACRON ÇI TIŞTÊN ‘SEYR’ GOTIN?
Erdogan got, ‘’Ez bi Macron re axivîm, wê çendê min dît ku gotinên seyr dibêje. Piştî ku gotinên seyr got, jê re belkî bi frêkanseke zêde hat, lê em neçar man jê re bibêjin. Ji ber ku ne hedê kesî ye ku hêzên me yên çekdar, li devereke wiha deynin ku em ti caran nikarin vê qebûl bikin.’’
Erdogan li ser naveroka hevdtînê û li ser tiştên ‘ev tiştên seyr’ çi ne, ti agahiyek neda.
Axaftina bi telefonê ya herî dawî ya Erdogan û Macron, piştî êrîşa DAÎŞ’ê ya li herêma Trebesê ya Fransayê pêk hatibû, ku di encamê de 4 kes hatibûn kuştin. Piştî vê hevdîtinê Qesra Elysêeyê da. Di daxuyaniyê de Macron gotibû,’’Fransayê ji destpêkê ve endîşeyên xwe yên li ser destwerdana leşkerên Tirk ên ser kantona Efrînê, hê beriya ku destwerdan dest pê bike gotibû, diyar kiribû ku divê alîkariya însanî bê asteng bigihije nifûsa sivîl û divê bi teqezî girîngî ji bo têkoşîna dijî DAÎŞ’ê hebe, ku ev ji bo Fransayê problema ewlehiyê ya netewî ye.’’
GEFA ‘JI BEJNA XWE DERBAS NEKE’
Erdogan, piştî ku Pêrşemê Macron şandeya Rojava û Bakurê Sûriyê qebûl kir got, ‘’Careke dî, yên ku bi asteke bilind ev pêşwazî kirin, divê zanibin ku ev dijminahiyeke hişkere ya li dijî Tirkiyê ye û jê pê ve ti wateyeke xwe ya dî nîn e.’’
Erdogan wiha gef li Macron xwar: ‘’Me teqez kir ku em destekê bidine YPG’ê’’. De ka ji xwe re lê binerin. Heke gotina, ‘em dikarin di navbeyna Tirkiyê û QSD’ê de bibin navcî’ rast be, ku berdevkiya serokkomariyê ev muxatabî daye, ev gotin bi kar aniye. Kesê ku ev gotî ji hedê xwe û ji bejna xwe derbas kiriye. Li cem me gotinek heye, ‘’dilê xwe xweş dike’. Divê mirov nekeve nav karen wiha, ku bejn û qama mirov derbas dikin.’’
PIŞTÎ GEFÊN ERDOGAN ÊRÎŞ HEMA RASTHATIN IN?
Çi cara ku dewleta Tirk Fransayê û dewleteke dî ya Ewropayê dike hedef, li van welatan êrîş çêdibin û ev weke rasthatiniyekê nayê dîtin.
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) 24’ê Adarê bi daxuyaniyekê gotin, êrîşa 23’yê Adarê ya li Trebesê piştî ku Macron, di dema civîna Brûkselê de dagirkeriya li ser Efrînê şermezar kiriye, pêk hatiye.