Erdogan got ‘YPG’, Trûmp jî qala Şerê Koreyê kir
Hevdîtina rû bi rû ya Serokê DYA’yê Donald Trûmp û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Spî pêk hat.
Hevdîtina rû bi rû ya Serokê DYA’yê Donald Trûmp û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Spî pêk hat.
Hevdîtina li Qesra Spî 20 kêliyan dom kir. Piştî hevdîtinê Trûmp ê ku derket pêşiya çapmeniyê, daxuyaniyekî kurt da. Trûmp pirsên rojnamevanan bê bersiv hişitin.
Trûmp di axaftina xwe de, bal kişand ser têkiliyên Tirkiye-DYA’yê. Trûmp bibîr xist ku di Şerê Koreyê de leşkerên Tirk li gel leşkerên Amerîkayê cih girtibûn û got: “Li Tirkiyeyê di demên dawî de gelek êrîşên terorî pêk hatine.”
Her wiha Trûmp diyar kir ku di hevdîtinê de hewldanên aştiyên yên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn jî hatine gotûbêjkirin, destnîşan kir ku wê piştgiriyê bidin kêmkirina şer a li Sûriyeyê û hewldanên aştiyê.
Trûmp destnîşan kir ku di hevdîtinê de têkiliyên bazirganiyê jî girtine dest, anî ziman ku Tirkiyeyê ji bo amûrên leşkerî jî daxwaz kirine, bal kişand ku wê di demekî pir lez de bên radestkirin. Tevî nerehetiya Tirkiyeyê ya li hemberî YPG’ê jî, Trûmp têkildarî YPG’ê ti îfade bikar neanî.
Trûmp, beriya hevdîtinê bersiva pirsên rojnamevanan da, pirsa “Hûnê têkildarî YPG’ê baxivin” bê bersiv hêla.
Piştî axaftina kurt a Trûmp Erdogan mafê axaftinê girt, diyar kir ku ev hevdîtin “Xwedî nuqteyekî dîrokî” ye. Erdogan bibîr xist ku daxwaz kirine ku di warê aborî, bazirganî û parastina pîşesazî de têkiliyên wan bên zêdekirin. Erdogan daxwaz kir ku PYD û YPG weke muxatab neyên diyarkirin.
Di dema hevdîtina Erdogan û Trûmp de li pêşiya Qesra Spî çalakiyên protestoyê hatin lidarxistin. komekî çalakvan dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Kujerên Pitikan Erdogan” û “Bijî Serok Apo” qîr kiri.
Beyaz Saray önü Kürt ve Türk gostericiler https://t.co/kRgxmL15FV
— Mutlu Civiroglu (@mutludc) May 16, 2017