Erdogan: Em dê teqez destûrê nedin bikevin Taksîmê
Erdogan: Em dê teqez destûrê nedin bikevin Taksîmê
Erdogan: Em dê teqez destûrê nedin bikevin Taksîmê
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan daxwaza sendîkayan a pîrozkirina 1’ê Gulanê ya li Taksîmê bi zimanekî teqez red kir û Kazmaliçeşme wek navnîşan nîşan da û plansaziyeke wisa kir: “Bila li Kazanci Yokuşu bernameya bibîranînê pêk bînin. Bila çelengan bidin Abîteya Ataturk û bila Mîtîngê li Kazliçeşme pêk bînin.
Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî û pîrozkirina Cejna 1’ê Gulanê ya Karkeran a li Taksîmê red kir.
Erdogan diyar kir ku, wek her tim beriya 1’ê Gulanê nihek kom û sendîka ji bo ku 1’ê Gulanê veguherînin qada pevçûnê çi ji destê wan tên dikin.
Erdogan got, ew duh bi hinek sendîkayan re hatiye cem hev û wiha got: “Min got êdî divê hinek kompleks û tabu bên hilweşandin. Min behsa xebatên Taksîmê kir. Li vir xwedê neke ger çalakiyeke provakatîf pêk were, em kî ji mirina kesan razî ne.”
Erdogan destnîşan kir ku, ger tiştekî wisa çêbibe dê hesabê wê ji me bê pirsîn û wiha got: “Xwişk û birayên me yên kedkar dema nekaribûn 1’ê Gulanê pîroz bikin, 30 sal şûnde deshilatdariya AKP’ê pêşiya wê vekir. Û me ew roj kir betla fermî.
Erdogan wiha pê de çû: “Em ji we re nabêjin pîroz nekin. Em wek partiyeke ku 21.5 milyon deng digirin, li qada Kazliçeşme mîtîngan dikin. Hûn çima nakin. Kazliçeşme cihekî başe. Niha em li Stenbolê du qadên mîtîngê çêdikin.
Erdogan diyar kir ku, ew dê teqez destûrê nedin têketine qada Taksîmê û dê destûrê nedin mîtîngê.