Erdogan:Em dê roja Çarşemê bi Aqilmendan re civîna fînalê bikin

Erdogan:Em dê roja Çarşemê bi Aqilmendan re civîna fînalê bikin

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan li Qeyseriyê axivî û got, ew dê roja Çarşemê cara dawî bi aqilmendan re kom bibe.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan li Qeyseriyê mitîng pêkanî. Erdogan di axaftina xwe dîsan berxwedana Parka Gezî hedef girt û îdiakir ku, di rojên çalakiyê de 200 trilyona zêdetir zirar çêbûye.

Erdogan bertek nîşanî çalakiya rawestiyanê ku rayedarên Hikumetê weke çalakiya ‘aştiyane’ binavkiribûn jî da û got: “Em dibêjin rawestiyan nîne, em dê berdewam biçin, evane dibêjin ‘mirovê radiweste’. Em narawestin. Bi destûra xwedê em dê vê lîstokê jî xirab bikin.” Erdogan parast ku Parka Gezî jî hincetek bû.

Erdogan têkildarî pêvajoya çareseriyê jî axivî û îdiakir ku, çalakiyên Gezî armanc dikir ku pêvajoyê sabote bike. Serokwezîrê Tirk Erdogan da diyarkirin ku, ew dê roja Çarşemê bi Aqilmendan re civîna fînalê pêkbîne û destnîşan kir ku, “Em dê bibiryar pêvajoya çareseriyê pêş de bibin.”