Erdogan dê pakêta xwe hefteya bê aşkera bike
Erdogan dê pakêta xwe hefteya bê aşkera bike
Erdogan dê pakêta xwe hefteya bê aşkera bike
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di civîna partiya xwe ya Serokê Bajaran de diyar kir ku ewê pakêta xwe ya bi navê "demokratîkbûyînê" di hefteya pêş de aşkera bike.
Erdogan îdîa kir ku wan di deshilatdariya xwe ya 11 salên bihurî de "şoreşa bêdeng" pêk anîne û ji bo neavêtina gavên nehat roja îro jî, "şert û merc" kir hincet. Erdogan got, "Eger derfet hebûya, şert û merc guncaw bûna, me dixwest van reforman beriya 11 salan pêk bînin û TirkiYê bi pêş ve bibin."
Erdogan da xuyakirin ku pakêta "demokratîkbûyînê" ya bi heftane paşve tê xistin dê di hefteya pêş de bê aşkerakirin û got, "Di hefteya pêş de, ezê bi civîneke çapemeniyê re vê mijarê ji raya giştî re ragihînim. Tevahiya şîroveyên tên kirin ne di cih de ne û xwedî kêmasî ne. Dema me pakêt aşkera kirin, ez dixwazim bêjim ku dê rêya me her kesî kêfxweş bike."
Erdogan di vê axaftina xwe de piştî ku got "Birayên min ên Kurd" dest bi tewanbarkirina Şaredariyên BDP'yî kir û got, "Di warê ximzetên herêmî de li şaredariyên di destê partiya siyasî de binêrin û li şaredariyên di destê AKP'ê de binêrin." Lê belê Erdogan di mijara kar û barên Şaredariyên AKP'ê yên li bajarên Kurdan de tiştek negot.