Erdoğan dagirkeriya xwe ya li Efrînê fermî dike!
Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdoğan planan dike ku waliyekî mêtinger li Efrîna ku dagir kiriye bi cih bike.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdoğan planan dike ku waliyekî mêtinger li Efrîna ku dagir kiriye bi cih bike.
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê ku bûye yek ji organên weşanê yên rejîma AKP'ê, Erdoğan di civînekê de ku bi wekîlên partiya xwe re rûnişt, qala planên piştî dagirkeriyê kir.
Erdoğan piştî ku bajar ji şêniyên wê vala kir, di serî de 'tayinkirina walî' hesabê hin tiştan dike. Di civînê de Erdoğan got, "Di nava çend rojan de di serî de walî wê li ser rêveberiya herêmî tayinên din werin kirin."
Erdoğan di heman civînê de hejmara çeteyên ku di şerê Efrînê de hatin kuştin agahî neda û got, "Der barê xizmên şehîdên OSO de divê em hin tiştan bikin. Ji bo çareserkirina mexdûriyeta malbatan divê em hin guhertinan bkiin." Lê di nûçeyê de nehate gotin bê mebesta xwe ji van guhertinan çi ye.
Li gorî nûçeya Hurriyetê, rêveberiya herêmî wê ji eşîr û nûnerên etnîkî yên ji derdorê pêk were û walî jî ji van kesan bê destnîşankirin.
Fikarên ku Efrîn wê bi mirovên ji derve bên anîn werin dagirtin, di civîna Erdoğan de piştrast bû. Li gorî nûçeyê, tê plankirin ku 350-400 hezar kesên li Kilis, Hatay û Dîlokê li Efrînê werin bicihkirin. Ev kesên ku weke 'Efrînî' têne pêşkêşkirin, nayê zanîn bê bi rastî jî kî ne.
Dewleta Tirk demeke dirêj e li bajarên Kurdan operasyonên paqijiya etnîkî dike û hewl dide demografiyê biguherîne.
YPG: EFRÎN WÊ JI BO DEWLETA TIRK NEBE CIHEKÎ EWLE
Li gel van planên mêtingeriyê yên rejîma Erdoğan, berxwedana Kantona Efrînê jî bi rengekî bê navber dewam dike. Fermandarên YPG'ê dibêjin, Efrîn wê ji bo dewleta Tirk ti carî nebe cihekî ewle.
Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd roja 21'ê Adarê ji ANF'ê re gotibû, "Efrîn wê ji bo dagirkeran ti carî nebe cihekî ewle. Heta ku Efrînê rizgar bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin." Mehmûd wiha dewam kiribû: "Bêguman dewleta Tirk a dagirker gelekî hewl dide ku nifûsê biguherîne. Ji ber vê yekê êrîşî gelê ku dixwaze vegere cih û warê xwe dike."
KALKAN: YÊN LI WIR BÊN BICIHKIRIN WÊ NEYÊN EFÛKIRIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan jî di bernameyeke Medya Haberê de diyar kiribû ku dewleta Tirk dixwaze komên çete yên OSO û DAÎŞ'ê li cihên dagir kiriye bi cih bike. Kalkan ev hişyarî dabû: "Yên li wir bi cih bibin bila zanibin ku ew leşker in. Mîna hêzên taybet ên Tirk in û gelê Kurd wê ti carî wan efû neke. Kurd bihostek ji axa xwe jî ti carî nade kesî. Wê heta dawiyê li ber xwe bide. Kî li wê derê be wê weke kujer bên dîtin. Û wê hesabê komkujiyan jê bê pirsîn."