Enternasyonalîstan bi zimanê Spanî strana 'Kurdistan'ê gotin

Enternasyonalîstên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin, di roja duyemîn a çalakiyê de li Metzê stran gotin û govend gerandin.

Enternasyonalîstên ji gelek herêmên cîhanê, di 11'ê Sibatê de ji bo azadiya Ocalan û bidawîbûna tecrîdê ji Luksembûrgê dest bi meşa dirêj kirin.

Ji Latîn Emerîka, Spanya, Îtalya, Fransa, Skandînavya, Îran, Efrîkaya Başûr, Kanada, Ekvador, Giravên Kanarya û Awûstralyayê 120 enternasyonalîst tevlî meşê bûn. Roja sêyemîn a meşê li Metzê dewam kir.

Çalakger şeva Çarşemê li Metzê man, stran gotin, dans kirin û govend gerandin.

Enternasyonalîstan bi zimanê Spanî straneke bi navê "Kurdistan" gotin û vê stranê gelekî bal kişand.

Piştre jî komeke Katalan sirûd xwend û çalakger Mîgûel jî bi rêbaza rapê stranek got.

Meşvanan piştre li ber stranên hunermend Sîmar govend gerandin.

Enternasyonalîst wê piştî meşa 5 rojan di 14'ê Sibatê de li Strasboûrgê bin.