Enstîtiya Kurdî ya Stockholmê: Qeyyûm mêtingerî ye

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kamran Simo Hedilî diyar kir ku desteserkirina şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê polîtîkayeke mêtingeriyê ye.

Ji ber ku faşîzma AKP û MHP’ê îradeya gelê Kurd bin pê kir û 3 şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê desteser kir, Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê nerazîbûn nîşan da. Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê Kamran Simo Hedilî diyar kir ku ev polîtîkaya mêtingeriyê ye û got “Divê gelê Kurd, hêzên demokratîk û ronakbîr li hemberî polîtîkaya dewleta Tirk a qeyyûm derkevin.”

Hedilî got “Tifaqa AKP, MHP û Ergenekonê dema ku mesele Kurd bin, zagonên xwe jî bin pê dikin û peymanên navneteweyî jî îhlal dikin.”

TIFAQA AKP, MHP Û ERGENEKONÊ JI BO GELÊN TIRKIYEYÊ XETEREYEKE MEZIN E

Hedilî diyar kir ku feraseta mêtinger a dewleta Tirk ne bi tenê wezîfedarkirina qeyyûm e û got “Tifaqa AKP, MHP û Ergenekonê ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê xetere ye. Ji bo demokrasiyê xetere ye. Çi kesên ku ne li ba wan bin, dijminatiya wan dikin. Bêdengiya li hemberî êrîş û qeyyûm, cesaretê dide tifaqa faşîst. Kesên bêdeng dimînin jî dibin şirîkên sûc ên vî van bêhiqûqiyan. Li Tirkiyeyê heke hêzên pêşverû bibin yek û li dijî faşîzmê tifaqekê ava bikin, wê demê faşîzm dikare têk biçe. Divê her kes li dijî êrîşên li ser Kurdan be. Heke şaredarekî ji Mêrdînê ji kar were stendin divê ev tişt bi qasî jikarstendina şaredarên li Edîrneyê jî mirovan aciz bike. Heta ku bi vê ferasetê tevnegerin wê dor were ser şaredariyên din jî.”

DIXWAZIN TOLÊ JI KURDAN BISTÎNIN

Hedilî diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê di hilbijartina 23’ê Hezîranê de Kurdan dike berpirsê têkçûna xwe û ji ber vê jî êrîşî şaredariyên HDP’ê dike. Hedilî got ku “Dixwazin tolê ji gelê Kurd bistînin. Dizane ku ji ber helwesta Kurdan şaredariyên Stenbol, Enqere, Edene, Mêrsîn û Entalyayê ji destê wan derketine. Ji ber vê jî gefên xwe yên li ser Rojava zêdetir dike û dest danî ser 3 şaredariyên HDP’ê. Tişta ku niha hatiye kirin, ceribandinek e. AKP û MHP a niha li bertekan dinihêre. Heke bertekeke xurt neyê wê dest dest deynin ser şaredarên din jî.”

Hedilî bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina 7’ê Tebaxê de diyar kiriye ku ew dixwaze doza Kurdan bi rêyên aştiyane çareser bike û got “Rêzdar Ocalan diyar kir ew dikare di nav hefteyekê de şer bi dawî bike. Lê tifaqa AKP, MHP û Ergenekonê jî 3 şaredarî desteser kir û bersiv da vî tiştî. Dewleta Tirk diyar kir ku ew ji dêvila aştiyê di polîtîkaya şer de israr dike.”

CHP LI HEMBERÎ QEYYÛMAN DIKARE ENÎ YAN JÎ BLOKEKÊ AVA BIKE

Hedilî diyar kir ku CHP li dijî qeyyûman derdikeve lê berteka wê kêm e û got “Rewşeke erenî ye ku Kiliçdaroglû, Îmamoglû û CHP’yîyên din hikumetê rexne bikin. Lê bi daxuyaniyan ev hikumet nikare were têkbirin. Rêveber û şaredarên CHP’ê divê biçin Amed, Wan û Mêrdînê û peyamên piştgiriyê bidin. Dikarin enî yan jî blokekê ava bikin.”

Hedilî diyar kir ku divê rewşenbîr jî li dijî qeyyûman derkevin û got ku “Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê wê piştgiriyê bide şaredariyên Wan, Amed û Mêrdînê û ew ê li Swêdê ji bo ku ronakbîran têxe nav tevgerê wê hewl bide.”