HEVPEYVÎN

Engîn Sever: CPT ji Kurdan çi vedişêre?

Hevserokê KCDK-E Engîn Sever têkildarî çalakiya 15'ê Nîsanê ya li Strasboûrgê li ber CPT û Konseya Ewropayê bê lidarxistin wiha got: "Ev 3 sal in agahî ji Rêber Apo nayên girtin. Em li wir vê pirsê bikin: CPT ji Kurdan çi vedişêre?”

JI KCDK-E’YÊ BANG

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hatibû destpêkirin, bi Newroza 2024'an re derbasî qonaxa duyemîn bû. Di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ku ji aliyê dostên gelê Kurd, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û hiqûqnasan ve hatiye destpêkirin, wê bi beşdariya 3 hezar kesî ji bo şermezarkirina tecrîdê li ber Komîteya Ewropa ya çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

CPT’ê ragihand ku di meha Çileyê de çûye Tirkiyeyê lê neçûye Girtîgeha Îmraliyê. Ji bo vê jî çalakiya li pêşberî CPT’ê girîngiya wê zêde dike.

Hevserokê KCDK-E Engîn Sever pirsên ANF’ê yên li ser armanc û çarçoveya vê çalakiyê, hejmar, profîla beşdaran û peyama çalakiyê, bersivand

KCDK-E heta çi radeyê di organîzekirina vê çalakiyê de cih digire? Hûn dikarin hinekî behsa amadekariyên rêxistinî bikin? Kî dê beşdar bibin?

Em ê roja duşemê li ber Konseya Ewropayê çalakiya protestoyî li dar bixin. Wê 3000 kes beşdar bibin. Niha hemû plansazkirin û amadekariyên teknîkî li ber bidawîbûnê ne. Ji gelek navendên Ewropayê dê çalakvan beşdarî vê çalakiyê bibin. Helbet wê ne tenê Kurd bin; hevalên me, siyasetmedar, nivîskar, sendîkavan, bijîjk, parêzerên me yên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û însiyatîfa çareseriya pirsgirêka Kurd ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de pêngav dane destpêkirin, wê hemû li wir bin. Her wiha dê parêzerên Rêber Abdullah Ocalan jî li wir cihê xwe bigirin. Tecrîda ku ev 25 sal in tê meşandin, 3 sal in agahî ji Rêber Apo nayên girtin, astengkirina hevdîtinên malbat û parêzeran wê werin ziman.

Wê demê federasyonên welat û herêmê yên girêdayî KCDK-E dê beşdar bibin?

Hemû nûnerên sazî û siyasetmedarên me, weke siyasetmedarên Kurd jî dê beşdarî çalakiyê bibin û li wir peyamên xwe bidin. Weke ku tê zanîn Rêber Apo li dijî pergala tecrîdê ya ku 25 sal in bênavber tê meşandin berxwedanek mezin da meşandin. Ev berxwedan êdî li hemû cîhanê belav bûye û veguheriye tevgereke gerdûnî ya çalakiyan. Dewleta Tirk a faşîst li hemberî vê berxwedanê winda kir. Serkeftina mezin a gelê Kurd di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de rasterast rejîma MHP-AKP’ê ber bi hilweşînê ve bir. Lê dewletên Ewropî yên ku dixwazin vê hilweşînê zindî bihêlin, dixwazin sîstemên xwe, berjewendî û hevkariya xwe bênavber bidomînin.

CPT’ê ragihand ku di meha Çileyê de çûye Tirkiyeyê lê neçûye Îmraliyê. Der barê serdana xwe ya berê ya Îmraliyê de rapora xwe eşkere nekir. Ev pirsgirêkek çawa derdixe holê?

Helbet CPT a girêdayî Konseya Ewropayê bêdengiya xwe didomîne. Gelê Kurd wê li wir peyameke pir zelal bide. Ya rast divê em li wir vê pirsê bikin: CPT çi ji Kurdan vedişêre? Li Îmraliyê çi diqewime? Rewşa Rêber Apo çawa ye? Divê em pirsan û hwd bikin û li ser vê bingehê israr bikin. Helbet em ê her qada ku tê de ne veguherînin çalakiyê. Tenê wê rojê li ber CPT’ê xwepêşandanek nayê lidarxistin; wê bi awayekî hemwext li dewletên wekî Kanada, Awûstralya, Japonya, Qibris û Yewnanistanê çalakî bên lidarxistin.

Em ê di hevdîtinan de vê yekê bînin ziman ku divê demildest em ji Rêber Apo agahî bigirin, tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di sala 2024’an de misoger bikin. Li ser vê bingehê em ê her qada ku em tê de ne veguherînin qada azadiya Rêber Apo, em ê sala 2024’an weke sala azadiya Rêber Apo ragihînin, ruhê Newrozê û ruhê meşa 17’ê Sibatê ya Ewropaya Navîn nîşan dide.

Di dawiyê de, banga we ya çalakiyê heye?

Li ser vê bingehê em ji heftê heta heftê salî hemû gelê xwe li ser esasê piştevaniya Rêber Apo li Strasboûrgê pêşwazî dikin. Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bibe çalakiya lûtkeyê ya qonaxa duyemîn a çareseriya pirsgirêka Kurd, em ê xwedî hewldaneke mezin bin.

Divê em van têkiliyên qirêj ên ku divê em ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin vebêjin. Polîtîkayên krîmînalîzekirina gelê Kurd li dewletên Ewropayê hatine pêşxistin; li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku tevlî çalakiya Strasboûrgê bibin.