Enflasyon bû 11.86 ji sedî

Buhayê mezêxer di meha Adarê de bilind bû û enflasyona salane bû 11.86 ji sedî. Zêdebûna salane ya buhayên hilberîneran jî bû 8.50 ji sedî.

Li gorî daneyên Saziya Stastîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK), zêdebûna sê mehan a li buhayên mezêxeran gihîşt 2.29 ji sedî. Li gorî rêjeya nîveka 12 mehan bi 13.33 ji sedî zêde bû.

Buhayên hilberîneran ên nava welêt jî di meha Adarê de li gorî mehek berê bi rêjeya 0.87 ji sedî zêde bû û zêdebûna salane ya di buhayê hilberîneran de ya nava welêt bû 8.50 ji sedî. Zêdebûna sê mehan a di buhayê hilberîneran de ya nava welêt gihîşt 3.22 ji sedî, li gorî nîveka 12 mehan bi 12.61 ji sedî zêde bû.

Li gorî lêkolînên sendîkayan û yên serbixwe, desthilatdarî dest li daneyên TUÎK'ê werdide û têkçûna aboriyê girantir e.