Endamên AvEG-Konê dest bi greva birçîbûnê ya mehekê kirin

Endamên AvEG-Konê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya mehekê kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdem a endamê AvEG-Konê Ozkan Ozdemîr ku 1'ê Nîsanê dest pê kir, bi tevlîbûnên nû mezin dibe. Berdevka Young Struggle Bîlen Ceyran û Seroka BEKSAM a Swîsreyê Gulten Yavûz ji bo mehekê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Bi vê armancê li lokala ACTIT'ê daxuyanî hate dayin. Hevseroka AvEG-Konê Bîrsel Ocak daxuyanî da û destpêkê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan û Huseyîn Kayaci bi bîr anî.

'BI QASÎ SIYASÎ WEZÎFEYEKE ÎNSANÎ YE'

Ocak got, "Ev berxwedana bi rûmet ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Birêz Ocalan, bidawîbûna tacîz, tecrîd û desteserkirina mafên li girtîgehan, ji bo bidawîkirina zextên li ser mûxalefeta civakî, tundiya polîs û leşkeran, ji bo bidawîbûna komkujiyan e. Bi qasî siyasî wezîfeyeke însanî ye ku dengê berxwedanê li çar aliyên Ewropayê bê bilindkirin û rê li ber qebûlkirina daxwazên berxwedêran bê vekirin."

'DIVÊ CIWAN TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'

Bîlen Ceyran jî bi zimanê Fransî axivî û diyar kir, divê ciwan têkoşîna li dijî tecrîdê û faşîzmê mezin bikin.

Seroka BEKSAM'ê û endama SKB'ê Gulten Yavûz jî got, "Têkoşîna li dijî tecrîdê wezîfeyek e. Ez; dayikek û jineke sosyalîst ji bo mehekê dikevin greva birçîbûnê."

'BERXWEDANA ME WÊ BIDOME'

Berxwedêrê SAG'ê Ozkan Ozdemîr jî got, "Desthilatdariya faşîst dixwaze hêviyê têk bibe. Lê belê mîna roja destpêkê ji niha û pê ve jî wê berxwedan bi biryardarî bidome."

Endamên CDK-F'ê jî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn û piştgirî dan.

Greva birçîbûnê wê li lokala ACTIT'ê ya li Parîsê bidome.