Endamê "Komîsyona Çareseriyê" yê BDP'ê Zenderlîoglû

Endamê "Komîsyona Çareseriyê" yê BDP'ê Zenderlîoglû

BDP'ê ji bo endametiya "Komîsyona Çareseriyê" ya Meclîsê, parlamenterê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû diyar kir.

BDP'ê ji bo endametiya "Komîsyona Lêkolînkirina Rêyên Aştiyê û Nirxandina Pêvajoya Çareseriyê" ku der heqê pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de hat avakirin, Parlamenterê Bêdlisê Husamettîn Zenderlîoglû diyar kir. BDP'ê navê Zenderlîoglû ji Serokatiya Meclîsê re ragihand.

Di komîsyonê de wê AKP bi 10 endaman û BDP jî bi tenê bi endamekî were temsîlkirin. CHP û MHP jî hînê biryara xwe ya nedana endaman dewam dike.

Navên AKP'yiyên ji bo komîsyonê hatine diyarkirin jî ev in: "Yalçin Akdogan, Nacî Bostanci, Îdrîs Şahîn, Fatoş Gurkan, Mehmet Metîner, Abdulkerîm Gok, Fatîh Çîftçî, Zîver Ozdemîr, Kerîm Yildiz, Îsmet Ûçma."