Endamê Ciwanên Kedê Adin di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da
Endamê Ciwanên Kedê Adin di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da
Endamê Ciwanên Kedê Adin di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da
Endamê Ciwanên Kedê Selahaddîn Adin ê bi nasnavê Bager Grafolekt di bexwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da.
Tevgera Ciwanên Kedê Selahaddîn Adin (Bager Grafolekt) aşkera kir ku di berxwedana Kobanî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya ji aliyê Ciwanên Kedê ve hate dayin de, hate diyarkirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê berdewam dikin û diyar kir ku beriya çend hefteyan ciwanê 18 salî Selahaddîn Adin ê endamê Tevgera Ciwanên Kedê jiyana xwe ji dest da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Adin bi armanca piştgiriya bi Rojava re çûbû Rojava.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevalê me Selahaddîn, li dijî hewldanên hêzên emperyalîst û hêzên hevkarên wan ên ji bo ji nû ve dîzaynkirina herêmê û fetistandin û teslîmgirtina gelê Rojava, dane destpêkirin, bi înîsiyatîfa xwe çûye herêma Rojava. Em weke ciwanên ku bi salan in li Tirkiyeyê têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê dimeşînin, em ê têkoşîna xwe ya di vî warî de bidomînin. Em sersaxiyê ji malbata hevalê me Selahaddîn û hemû ciwanên Tirk, Kurd, Ereb, Laz, Çerkez û hemû gelên Tirkiyeyê re dixwazin. Em diyar dikin ku wê piştgiriya me ya ji bo Rojava berdewam bike.”