Endama DBK’ê Sînem Mehemed: Şoreş li benda nakokiyan namîne

Endama DBK’ê Sînem Mehemed: Şoreş li benda nakokiyan namîne

Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mihemed bal kişand ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê nikare li benda çareserkirina nakokiyên siyasî bisekine, lewre divê hemû aliyên siyasî li şûna berjewendiyên partiyan, li gorî berjewendiyên netewî tevbigerin. Mehemed got ku li Suriyê hêza herî xurt û birêxistinkirî kurd in û divê hemû alî li ser esasê avakirina rêveberiyek herêmî ku hemû pêkhate tê de cîh digirin, tevlî xebatên Desteya Bilind bibin.

Endama Desteya Bilind a Kurd Sînem Mehemed, derbarê xebatên Desteya Bilind, nakokiyên din ava wê de, hewldanên çareserkirinê û xebatên pêşerojê de ji ANF’ê re axivî.

Endama Desteya Bilind a Kurd (DBK) Sînem Mehemed, destnîşan kir ku Desteya Bilind nûnertiya hemû gelê Kurd ê li Rojavaya Kurdistanê dike û gelê Rojava jî pişgiriyek mezin nîşan daye. Sînem Mehemed, diyar kir ku wan jî wekî Meclîsa Gelên Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku pêkhateyek desteye ye ji bo pêşketine Desteyê xebatek cidî meşandiye û wiha dom kir: “Her çiqasî hem din ava desteye de hem jî ji derve gelek astengî derdiketibin jî, me tişta ji destê me hat pêk anî.

‘LI DERVE Û HUNDIR HEWLDANÊN TÊKBIRINÊ HEBÛN’

Sînem Mehemed, bal kişand ku Desteya Bilind heta demekê karên xwe birêkûpêk dane meşandin, lê piştî demekê hem di nava Desteyê bixwe de pirsgirêk derketin, hem jî ji derve hewldanên têkbirina Desteyê çêbûn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî dawiyê Encumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) Partiya Azadî ya girêdayî Mustefa Cuma xist nava Desteyê. Lê me wekî endamên MGRK’ê yên di nava Desteya Bilind de nerazîbûna xwe ya li hemberî partiya azadî nîşan da. Ji ber ku em dizanin destê Partiya Azadî di kuştina Kurdên sivîl yên Serêkaniyê, Efrîn û Helebê de heye.  Herî dawiyê derket holê ku di komkujiyên Til Eran û Til Hasil de jî destê endamêi vê pariyê hene.”

‘PÊŞKETINAN YEKÎTÎ FERZ DIKIR’

Sînem Mehemed, anî ziman ku pêşketinên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Rojhilata Navîn ji Kurdan dixwest ku yekîtiya xwe xurt bikin û dirêjî da axaftina xwe: “Piştî amadekariyên Kongra Netewî û hinek hevdîtinan ji bo ji nû ve kombûna DBK’ê zemînek hate avakirin. ENKS ji me xwest ku em bi beşdariya Partiya Azadî kom bibin ku tewaibariyên li ser wê bêne nîqaşkirin. Me di wê civînê de jî eşkere got ku li Efrîn, Heleb û Serêkaniyê di kuştina gelê Kurd de destê vê partiyê heye. Niha li cem me kiryarên Partiya Azadî zelal in û kesên ev kiryar kirine bi xwe jî îtiraf kirine. Me got divê derbarê mijarê de komîteya lêkolînê bê avakirin û ENKS jî helwesta xwe li beramberî Partiya Azadî zelal bike. Divê em eşkere bêjin ku partiyên di kuştina gelê Kurd de destê wan heşd, nikarin nûnertiya gel bikin. Li ser vî esasî me biryar da ku ji kesên cihê baweriyê 3 komîteyên lêpirsînê bêne avakirin û ev kiryarên Partiya Azadî bêne lêkolînkirin. Her wiha me biryar da ku em dîsa kom bibin.”

‘DIVÊ XEBAT LI SER BERJEWENDIYÊN NETEWÎ BIN’

Li ser mijara pêknehatine civîna dawî ya Desteya Bilind jî Sînem Mehemed got divê endamên DBK’ê li gorî siyaseta partiyan tevnegerin, wekî endamên Desteyên tevbigerin û ev tişt anîn ziman: “Niha DBK siyaseta herî jor a Kurd li Rojavaya Kurdistanê ye. Çi pirsgirêkên gelê Kurd hebin, divê ji aliyê DBK’ê ve bêne çareserkirin. Lê herî dawiyê çend endamên El Partî ya girêdayî Evdilhekîm Beşar li Efrînê teqînên ku welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan pêk anîbûn. Jixwe wan kesan jî ew kiryar îtsraf kiribûn. Li ser vê bûyerê  endamên El Partî, Yekîtî û Azadî nehatin civîna DBK’ê. Diviyabû wan partiyan eve kesên li dijî gelê Kurd tevdigerin, tewambar bikirana, ne parastina wan kiriba. Ger ku endamên wan in, diviyabû ji endamtiyê bi avêtana. Kesên li pişt van kiryaran hatibana eşkerekirin. Lê nêzakatiyekî wiha nîşan nedan û wekî protestokirinê nehatin civîna DBK’ê. Em dixwazin xebatên DBK’ê dûrî berjewendiyên partiyan bin, li ser bingeha berjewendiyên netewî bin.”

‘DIVÊ ENKS RASTIYA OPOZISYONÊ BIBÎNE’

Têkildarî biryara ENKS’ê ya tevlîbûna Koalîsyona Muxalefeta Sûriyê jî Sînem Mehemed, bal kişand ku ew ne li dijî opozîsyona Sûriyê ne, lê kes nikare li ser navê kurdên Rojavayê Kurdistanê beşdarî cihekî bibe wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em jî dizanin opozîsyona Sûriyê ji civîna Qahîrê heta niha tu guhertinên cidî di nava xwe de çênekirine. Heta niha hebûna Kurdan û Herêma Kurdistanê qebûl nekiriye. Her çiqasî opozîsyon ji aliyê DYE û hinek alîgirên wê ve wekî nûnera fermî ya Sûriyê hatibe qebûlkirin jî, rewabûna wê di asta herî nizim de ye. Niha opozîsyon tenê  temsîla beşek erebên sûnî dike. Hêzên alîgirên wan bi beşdarbûna Kurdan dixwazin rewabûna opozîsyonê xurtir bikin. Niha ENKS dixwaze beşdarî nava koalîsyonê bibe, lê em dibînin hêzên di bin banê koalîsyonê de ne êrîşî gelê Kurd dikin. Heta niha koalîsyonê hebûna herêma kurdan qebûl nekiriye, belgeyek îmze nekiriye ku mafê kurdan qebûl bike. Divê ENKS jî van rastiya bibîne.”

‘LI SÛRIYÊ HÊZA RÊXSTINKIRÎ KURD IN’

Sînem Mehemed, bal kişand ku îro li Sûriyê hêza herî mezin û rêxistinkirî hêza Kurdan e, lê li ser herêmên wan ên bi aram êrîş pêk tên wiha dom kir: “Li ser Rojavaya Kurdistanê êrîş didomin, lê dîsa herêma kurdan aram e. Dîsa di warê siyasî yd jî her çiqasî hinek nakokî hebin jî, yekitiya xwe heta niha diparêze. Yek hêza wê ya leşkerî heye û sîstema xwe ya parastinê ava kiriye. Dîsa hinek astengî hebin jî li Rojava rêveberiyek heye û karê xwe dimeşîne.”

Endama Desteya Bilind Sînem Mehemed, destnîşan kir ku bi xebatên DBK’ê wê sîstema li Rojava baştir bibe û Kurd dê karibin li derve jî karê xwe baştir bimeşînin. Lê hinek hêz ji bo ku kurd bê hêz bibin çi ji destê wan tê dikin.

‘DIVÊ EM JI BO YEKÎTIYÊ KARÊ XWE BIMEŞÎNIN’

Sînem Mehemed, diyar kir ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê nikare li benda çareserkirina nakokiyên siyasî bisekine, lewre ew ê karê bimeşînin û ev tişt gotin: “Em dibînin seat bi seat nûbûn çêdibin, ji bo ku em wekî gelê Rojavayê Kurdistanê bersiva van nûbûnan bidin, em ji aliyê xwe ve di nava hewldanan de ne. Ger ku em jî wekî hinek partiyan li ser esasê berjevendiyên xwe yên partiyê tevbigerin, em ê pirr tiştan winda bikin. Niha em hewl didin ku DBK’ê bi hemû komîteyên xwe ve pratîk bikin. Dîsa ENKS û MGRK’ê li ser rêveberiya demî li hev kirine û dest bi xebatên xwe kirine. Despêkê PYD’ê projeya rêberiya demî pêşniya kir, hinek partiyên di nava ENKS’ê de jî proje qebûl kir, dawiyê jî ENKS'ê pêşniyar kir ku proje wekî projeya MGRK û ENKS’ê be. Me jî qebûl kir. Mebesta qebûlkirina me jî, yekîtiya gelê Kurd û bi pêkhateyên herêmê re avakirina rêveberiyek demî bû.”