Encamnameya civîna Konseya Rêveber a KNK'ê

Encamên civîna 1'ê Sibata 2020'an a Konseya Rêveber a KNK'ê bi daxuyaniyekê hatin parvekirin.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di 1'ê Sibata 2020'an de li navenda xwe ya li Brukselê civîna xwe ya asayî pêk anî.

Di civînê de rewşa siyasî ya li Kurdistanê, arîşe û qeyranên navxwe û navdewletî yên li Tirkiye, Îran, Sûriya, Iraqê û Rojhilata Navîn,  guherîna rol û pêgeha hevsengiyan di navbera hêzên herêmî  û cîhanî de hatin nirxandin û analîze kirin.

Encamên civînê bi daxuyaniyeke bi raya giştî re hatin parvekirin. Encamname wiha ye:

'GELÊN HERÊMÊ ÊDÎ NEHEQIYÊ QEBÛL NAKIN, LI GELEK HERÊMAN RABÛNE SERHILDANÊ'

"Eşkere ye Rojhilata Navîn ku cografya Kurdistanê hembêz dike, bi dehan sal e bi sedemên qeyran û arîşeyên nedadwerî ve dinale. Rewş gihaye astekê ku berjewendiyên hêzên herêmî û navdewletî aloz û tevlîhev bibin. Vê rewşê jî wisa kiriye ku hêzên serdest yên navdewletî, bi şêwazên siyasî, leşkerî, berjewendiyên aborî û sîxurî derbasî herêmê bibin. Sedemên serekî yên vê aloziyê jî rejîmên nedadwer, diktator û şerxwazên herêmê ne, ku bi siyaseta jinavbirin û nemirovahiyê, gelên navçeyê xistine nava kêşeyên mezin û metirsîdar. Ji ber van karên ne li rê, êdî gelên herêmê van neheqiyan qebûl nakin, pêlên nerazîbûn û serhildanan gelek deverên herêmê li xwe girtine. Gel daxwaza mafên xwe yên rewa dikin, di nav de jî bizava rizgarîxwaza Kurdistanê pêgeh û rolekî berçav heye. Daxwaziyên  xebat û tekoşîna xwe bi şêweyek zelel û eşkere xistine ber singa raya giştî û fermiya navdewletî û Cîhanê.

'QEYRANÊN DEWLETÊN DAGIRKER ÊN LI KURDISTANÊ MEZIN Û KÛRTIR DIBIN

Qeyranên dewletên dagirker yên Kurdistanê, heya diçin aloztir û kûrtir dibin. Dewleta Tirkiyê weke hêzeke têkder û şerxwaza herêmê, bi egera siyasîseta xwe ya navxweyî  û derekî ketiye nava kirîzên siyasî û aborî yên mezin. Bê guman ev yek derencamê serederî siyaseta hovaneya dewleta Tirkiyê ye ku hebûna xwe li ser tinebûna gelan dide meşandin û bi taybet jî gelên Kurdistanê. Dewleta Tirkiyê bi rêberiya Erdogan di nava hewlên zêdegavî û firehkirina sinorên desthilatdariya Tirkiyê de ye. Ew, gelê Kurd û bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê weke asteng li van hewlên xwe dibîne. Her ji ber vê sedemê rejîma Tirkiyê, ne tenê bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê li bakûrê welêt, belê destkevtiyên Kurdan li başûr û rojavayê kurdistanê jî weke metirsiyek mezin li dijî xwe dibîne. Êrişên dewleta Tirkiyê bo ser başûr û bi taybet êrişên ser rojavayê kurdistanê vê rastiyê piştrast dikin. Hovêtiya  siyaseta rejîma Tirkiyê gihaye wê astê ku ji bilî Kurdistanê dest bavêje nava pirsgirêkên hin dewletên derdor û rewşa wan tevlîhev bike,  arîşeyên sinorê bejayî û deryayî li gel welatên dikevin ser tixûbên Derya Spî çê bike. Belê di ser hemû êriş û tundiya Tirkiyê û hevpeymanên wê, tekoşîna kurd û kurdistaniyan  ji bona bidestxistina mafên xwe yên rewa dewam dike.

DIJBERIYA LI DESTKETIYÊN KURDAN DEWLETA TIRK XISTIYE NAVA KRÎZEKE NAVXWEYÎ

Derencama vê rewşê Tirkiye xistiye nava kirîzeke kûr ya navxweyî û derekî. Di heman demê de rewayetiya şoreşa Kurdistanê, roj bi rojê ji dinyayê re eşkeretir û zelaltir dibe,  rewayetiyek zêdetir li xwe digire. Biriyara dadgeha bilinda dewleta Becîkayê ku rewayetiyê bi şoreşa azadîxwaza Kurdistanê li hember desthilat û leşkerekî çekdar dide. Di heman demê de PKK bi rêxistinekî ne terorîst dibîne ku di şerekî leşkerî de ye li hember sipayê welatekî. Ev biriyar serkevtina dengê rewaye li ser nerewayî û nedadweriyê da. Ev serkevtin bi renc û keda zêdetir ji dehan salên  xebatkerên Kurdistanê û dostên wan hat bidestxistin. serkevtin û destkevtiyek mezine ji gelê Kurdistanê re. 

Pêwîste bê navber hewil bên dayîn bona ew welatên din jî yên ku biriyara bi terornasîna şoreşa Kurdistanê îmze kirine, heman rê û şopa dadgeha bilinda Belcîka bigirin û biriyareke dadperwerane di vî warî de bidin.

'HÊZ Û PARTIYÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ DIVÊ TAVILÊ TIFAQA NAVXWEYÎ ÇÊBIKIN'

Rejîma Îranê di nav kêşe û kirîzên mezin daye. Ji aliyê navdewletî  ve rejîmeke jê nayê hezkirin, desttêwerdan û maytêkirin di karûbarên navxweyî yên welatên derdor û nakokiyên bi dewletên xwedî  hêz û hin welatên din re, ew rû bi rûyê pir qeyranan kirine. Ji aliyek dî ve nedadweriya siyasî û civakî ya  li jêr wîlayeta Feqîh – “Dewleta mezhebî” da, xelk birçî û perîşan kiriye. Milet bi şêwazên cuda derbirînê ji nerazîbûna xwe dikin, rewş gihaye wê radeyê ku li vê dawiyê zincîrek meş û serhildanan encam bidin û çendîn çalakî heya niha sergirtî mane nehatine bahs kirin. Bê gûman beşa herî zora vê rewşa ne li bar li rohjhilatê Kurdistanê rengveda ye. Xirabiya rewşa aborî, girtin, eşkencedan û îdam dewam dikin. Bi taybet li van çend mehên derbasbûyî bi dehan kes girtî û windan e, bêkarî û dijwariya kawdanan jiyan li gelê me yê rojhilatê Kurdistanê herac kiriye, neçarî bi dehan kes mecbûr dimînin ku karê kolberiyê  bikin, Kolberî jî karekî pir metirsîdare. Kolber di nava berf û baranê de tenê bona bidestxistina jiyana xwe ya rojane, neçar dibin sinorekî bi destan û bê heza wan û bê heza gelên herêmê hatî çêkirin derbas dikin. Ev nanûzikî bi wan rewa nayê dîtin û rejîma Îranê li wan dixe. Rejîmê heya niha bi hezaran kolber xistine zîndanan û hejmarek mezin jî hatine kuştin. Em wekî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di nava liv û tevgerek cidî dene ku kar li ser keysê kolberên rojhilatê Kurdistanê bikin û dosya wan bigihînin navendên  navdeweltî û saziyên mafên mirovan.

Rejîma Îranê heya niha ti pêngav çi biçûk yan jî mezin bi ti şêweyî  ji bona çareseriya demokrasiyane ya pirsa Kurd neavêhtine. Ev rewş heya dawiyê weha ji wan re naçe sêrî. Dewleta Îranê wê ber biguherînan ve here, pêwîste bizava rizgarîxwaz ya Kurdistanê xwe ji vê rewşê re amade bike, ji bona karibe demê her guherîneke çarenivissaz hevsarê doza Kurdistanê têxe destê xwe. Ji vê mebestê re li destpêkê pêwîste hêz û partiyên Kurdistanî tifaqek navxweyî pêk bînin. Bi yekdengî û yekrêzî û hevçeperiya xwe hêviyekê bidine gel û amadeyê pêşhatinan bin, heke weha nebe, wê derfet ji dest biçin.

REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Başûrê Kurdistanê bi temamî qeyran derbas nekiriye. Heya vê gavê hikûmetê nekariye bersiva daxwaziyên gel bide. Belêniya çaksaziyê heya niha guherînek berçav li ser jiyar, dadwerî û serweriya yasayê û çendîn pirsên dî yên giring nekiriye. Gelê başûr neçar dike koçberî derveyî welat bibin û çarenivîsa xwe bidine dest derya û sînorên dewletan. Heya niha tundûtîjî û kuştina jinan dewam dike. Li ser minberên hin mizgeftan rojane sivkatî bi jinanên Kurd tê kirin. Pêwîste sinorek ji bo van fitwe û bangên bêheq û nerewa bê danîn.

Ji aliyek dî ve dagîrkeriya Tirkiyê û maytêkirina dewleta  Îranê, li başûrê Kurdistanê dewam dike. Tirkiye başûrê Kurdistanê ji bona hêrişkirinê bo ser şoreşgêrên Kurdistanê bikar tîne. Li vir pêwîste hemû sazî û rêxistînên Kurdistanê helwestên zelal û eşkere li ser vê destdirêjî  û sinûrbezandinan hebin. Hewa (hemleta) boykotkirina derametên Tirkî pêngavek giring û bihadar e. Em wekî KNK, rêzê li vê berxwedanê digirin û destek dikin. Daxwaz dikin ku ev hew warên kultûrî - çandî , Mêdiyayî û damûdezgehên perwerdeyî yên Tirkan di herêma Kurdistanê damezirandine bigir e.

Raste niha pêwendiyên partiyên başûr di nava aramiyê de deye. Bi taybet yek helwestî li hember desthilata navendê li Bexda û parastina destkevtiyên gelê Kurdistanê. Em vê hemahingiyê bi karekî giring dinirxînin û erênî dizanin. Lê belê li ser asta neteweyî û nîştimanî pêwîste pêngavên mukum û cidî ji bona yekîtiyek neteweyî û nîştimanî bên avêhtin. Tim li ser wê bingehê kar bikin ku berjewendî û destkevtiyên hemû beşên Kurdistanê bi hev re girêdayî ne. Her wisa di rewşa nediyar ya Îraqê de jî, pêwîstî  bi komdengiyek neteweyî û hevkariyek neteweyî heye.

'PARASTINA XELKÊ MEXMÛRÊ ERKA SER MILÊ HIKUMETA HERÊMA KURDISTANÊ YE'

Kampa Mexmûrê ku koçberên ji destê dewleta Tirkiyê xelasbûne li wir dijîn û berdewam li jêr fişar û zextan de dijîn. Ji aliyekî dewleta Tirkiye wan bombabaran dike û ji aliyek dî ve jî hikûmeta herêma başûrê Kurdistanê ew dorpêç kirine. Duh çeteyên DAÎŞ ê, bê guman bi destekdayîna derekî bûye, êriş kirine ser gelê me li Mexmûrê. Parastina xelkê Mexmûrê erkê ser milê hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

'DIVÊ PIŞTGIRIYA RÊVEBERIYA XWESER A ŞENGALÊ BÊ KIRIN'

Şingal ew birîn ya her û her dimîne, niha jî li jêr gef û êrişan de ye. Ji aliyekî ve dewleta Tirkiyê wê  bombabaran dike, ji aliyekî dî paşmayên DAÎŞ ê li derdor in. Ji ber ku Şingal xwedî nasnameyek teybete û piraniya xelkê wê Êzidî ne, pêwîste xwedî birêvebirî, hêza asayîş û parastina xwe bi xwe bin. Bona vê mebestê jî, em daxwazê ji hemû hêz û aliyên kurdistanî dikin, piştgiriya van core hewlan bin. Di heman dem dE li ser asta nêvdewletî jî xebatê bo danpêdana birêveberiyek xweser bo Şingal ê bikin.

Eşkereye niha dewleta Îraqê di qûnaxeke aloz û dijwar de ye. Ji aliyekî bêkarî û gendelî û neberpirsiyariya desthilatdarên dewletê heye, ji aliyek dî ve desttêwerdan û maytêkirina hêzên herêmî û navdewletî, Îraq ber bi aqarekî nexwestî û çarenivîsek nediyar ve biriye. Serhildana xelkê naverast û başûr ê Îraqê, ku bi dehan kuştî û birîndar çêbûn, hikûmet neçarkirin dest ji kar bikêşe. Ev serhildan rastiyekê eşkere dike ku xelkê Îraqê daxwaza birêvebiriyek sekûler, dadperwer û xweser dikin. Em piştgiriya daxwazên rewa yên xelkê Îraqê ji bona bidestxistina van armancan dikin.

BERXWEDANA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ

Li rojavayê Kurdistan û Sûriya alozî dewam dikin. Raste DAÎŞ weke hêza leşkerî şikest, deverên jêr destê wê hatine rizgarkirin, belê weke fikir û hizr hêzeke teroristî heye û maye û niha jî dewam dike. Dagîriya Tirkiyê li Afrîn, Şehba, Serêkaniyê û Girêspî dewam dike. Prosesa guherîna demografî ya wan herêman bi serpereştiya Tirkiyê dewam dike. Ya ku jêre dibêjin opozîsyona Sûrî êdî lawaz bûye û ber bi carenivîsek nediyar ve diçe. Rejîmê li ser axa Sûriyê desthilata xwe zêdetir kiriye, hêzên navdewletî jî heya niha li Sûriyê ne. Beşekî ji wan bername heye û beşê dî bernamê wan ne zelal e. Pêwîste li gorî vê rewşa heyî, rêveberiya bakûr û rojhilatê Sûriyê xwe bihêztir biki, diplomasiyeke pir alî bidin meşandin, armanc jî avakirina Sûriyayeke nû be. Pêwîste Kurd û Kurdistanî  û pêkhateyên dî li bakur û rojhilatê Sûriya bibine xwedî  formek Otonom û xweser. Sûriya jî bibe dewleteke domokrat û nenavendî. Armanceke dî eve ku dagîriya  dewleta Tirkiyê bi zûtirîn dem bi dawî bibe û hemû ew navçeyên dagîrkirî bên azad kirin.

Gelê Asûrî -Sûriyanî- Kiladanî û Ermenî li Kurdistanê wekî hemû xelkê Kurdistanê di nava arîşe û pirsgirêkên Kurdistanê de ne. bi egera êrişên DAÎŞ ê hijmareke zor ji wan koçber bûn. Ji ber hijmara xwe ya kêm û cudayiya ayînî rû bi rûyê astengiyên dijwar dibin. Pêwîste rêvebiriya başûrê Kurditanê, rêvebiriya bakûr  û rojhilatê Sûriyê taybetmendî hestiyariya gelê Asûrî -Sûriyanî- Kiladanî û Ermenî û hemû gelên dî yên li herêmê li ber çavan bigirin û zêdetir xwedî liwan derkevin.

Di dirêjiya civîna konseya rêvebir ya KNK ê da li gorî rojevê, kar û xebatên derbazbûyî hatin nirxandin, komisyonan raporên çalakiyên xwe pêşkêş kirin. Bi armanca baştirkirina kar û xebatan li paşerojê, gelek pêşniyar hatin kirin û biriyarên giring hatin girtin, her wisa jî plansaziya kar û xebatên dema pêş hat danîn.

Di çarçoveya kar û xebatên KNK ê de, biriyar hat girtin ku pêwendiyên diplomasî ji bona bidestxitina peştgiriya navdeweletî ji pirsên Kurdistanê re were bihêz kirin. Li ser bicîkirina yekîtî û yekrêziya neteweyî û niştimanî  civîn,  semînar û penelên heme reng li Kurdistan û derveyî welat bên encamdayîn. Peywendî û danûstandin bi partî, rêxistin, komele, komik û kesayetiyên gelê Kurdistanê re bên fireh kirin."