Encamnameya Civîna Giştî ya KNK’ê ya 20’emîn
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya Civîna Civata xwe ya Giştî ya 20’emîn weşand.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya Civîna Civata xwe ya Giştî ya 20’emîn weşand.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 31’ê Cotmeha 2020’an de bi beşdarbûna endamên xwe civîna ya xwe giştî ya 20’emîn li dar xistibû. Encamnameya Civîna Civata xwe ya Giştî ya 20’emîn hate eşkerekirin.
Di encamnameya civînê de ev tişt hate diyarkirin:
“ Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), ji ber sedêma pandemiyê, 20. civîna Civata Giştî ya xwe, 31.10.2020’an de li ser tora Zoomê, bi beşdarbûna piraniya endaman pêk anî. Her çiqas civîn li ser înternetê be jî, li Brukselê li navenda KNKê, li Hewlêr, li Silêmaniyê, li Qamişlo, li Frankfurtê û li Dusseldorfê, endamên nêzikî van herêman bi komikî beşdarê civînê bûn. Civîn, bi rêzgêrtina şehîdan û bi sirûda Ey Reqîp û bi axaftina vekirinê ji teref hevserokan ve hate vekirin. Gorî rojevê, di serî de peyamên mêvan û serok û nûnerên partiyan hatin pêşkêşkirin. Piştre rapora xebatê ya salane hate xwendin û nîqaş li ser hatin kirin. Pey re, li ser Peyman û Peyrewa KNKê, li ser Belgeya Stratejîk ya KNKê, guftûgo çêbûn û biryar hate dayîn ku her endamê têbîniya wê/wî li ser van belgeyan heyî, di nava 15 rojan de pêşniyazên xwe ji Konseya Rêvebir re bi nivîskî bişêne û Konsey jî gorî van pêşniyaran rewşa dawî bide van belgeyan. Piştî wê, pêşniyazên endaman li ser encamnameya civînê hate girtin û civîn bi xwendina sirûda Ey Reqîp, bi dawî bû.
Di nîqaş û nirxandinên siyasî de, pêşketinên li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li Cihanê, bi awayekî berfireh hatin nîqaş kirin. Aloziya ku bi leşker kêşana PDK’ê ji bo herêmên gerîla li Başûr rûdayî, bû mijara sereke ya civînê. Di bingeha vê aloziyê de operasyon û tevgera dewlata Tirk yên li Başûr heye. Dewleta Tirk, dixwaze hêzên Kurdistanî bîne hember hev û wan destê hevde bide kuştin. Ev alozî, di demeke weha de rû dide ku li herêmê û li her çar perçayên Kurdistanê, rewşekî gelekî metirsidar li hember destkeftiyên gelê Kurd bi xwe re tîne. Ev aloziya ku li devera Garê destpê kirî, van çend rojên dawî de gihîstiye radeyeke gelekî metirsîdar û di her kêliyê de dikare bibe sedemê şerekî di nav hêzên Kurd de. Şerekî vî rengî karesateke mezin û malweraniyê bi xwe re tîne. Şereke bi vî rengî di nava hêzên Kurd de, çi şik û gûman nîne ku dê bibe sedemê têkçûna qezenc û destkeftiyên gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê. Ev alozî tenê dilê dijminan xweş dike û dilê dostan dişkîne.
HELWESTA KARAYILAN DI CÎ DE YE
Ji bo çareserkirina vê aloziyê, banga rayedarên KCKê, teybetî bang û hişyariyên Birêz Murat Karayilan, ku di van bangan de daxwaza diyalogê hate pêşxistin, Civata Giştî ya KNKê vê helwestê di cihê xwe de dibîne û nirxekî mezin dide vê helwesta diyalogê. Em heman helwestê ji rayedarên PDKê jî hêvî dikin û em li benda helwestekî erênî ne.
Civata Giştî ya KNKê, bi mesûliyeteke neteweyî, dixwaze bala raya giştî ya gelên Kurdistanê bikşîne li ser rûdanên bi vî rengî û encamên xirab ku wê bi xwe re bîne. Civata Giştî, bi çi rengî berjewendiyên gelê Kurd di alozyekî bi vî rengî de nabîne û li hember radiweste. Ji ber van sedeman, KNK bangewaziyê li PDK û PKKê dike ku bi çi rengî rê nedin rewşeke weha rû bide û zûtirîn demê de, bi rêya dialogê çareseriyekê ji vê alozyê re peyda bikin. Her weha bang ji bo hemû partiyên siyasî bi taybetî ji YNK û GORAN û yên din yên li Başûrê Kurdistanê hate kirin ku hember vê xeteriyê bê deng nemînin û xwedî helwest bin û bingeha diyalogê ava bikin.
Li ser vê rewşê, Civata Giştî ya KNKê biryar da ku di xebatên xwe de çareserkirina vê aloziyê, bike mijara sereke û gorî wê bi hemî imkanên xwe ve bikeve nava tevgerê. Di vê xebatê de, wê peywendî li gel nûnerên parti, rêxistinên siyasî û civakî û kesayetiyên welatparêz bête kirin, wê şande bêne şandin, wê kûr û civîn bêne çêkirin. Amanc ev e ku ji bo çareseriyê zemîna dialogê bê ava kirin û alozî bê çareser kirin. Em bi hêvîn e û em ê hewl bidin ku zûtirîn wext de, ev kar bigihê encamekepozîtîf.
Bi vê ve girêdayî, banga me ji gelê Kurd, Parti, rêxistin û saziyên Kurdistanî re heye ku vî karî tenê ne hêlin hêviya me ve, bi hestiyariyeke bilind û bi mesûliyeteke neteweyî, bi erka xwe rabin û pêşî li vê malweraniyê bigrin.
Dijminên me, ji bo ku yekîtiya me çênebe di qada netewî de û di qada navdewletî de çi ji destên wan tê dikin. Bi taybetî jî dewleta Tirk, li dijî gelê me şerekî stratêjîk û plankirî dimeşîne. Dema ku mirov nexşe û plansaziya şerê dewleta Tirk ya li ser Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê meyze dike, pir zelal diyar e ku ew dixwaze plana pratîk kirina Mîsak-î Mîllî ya sala 1920an bêxe meriyetê û Başûr û Rojva dagîr bike. Ji bo ku Mîsaqî Mîllî pêk bîne, stratejiya xwe li ser tunebûna gelê Kurd ava kiriye. Şerê wê yê li dijî Kurdan bi hemû hêza xwe ve berdewam e. Pêwîst e Kurd jî bizanin ku dewleta Tirk, bi Kurdan re şerê hebûn û nebûnê dike. Ji ber vê ye ku tevahiya şaredariyên Kurdistanê dagirkirin, roj bi roj siyasetmedar, rojnamevan, jin, ciwan û çalakvanan zîndanî dikin. Lê dîsa jî nikarin vîna azad a gelê me li Bakur bişkînin û teslîm bigrin. Gelê me li ber xwe dide û ewê teqes bi ser bikeve.
SÎNORAN LI BER KURDAN DATÎNIN!
Gelek hezên ku pêwîstiya wan bi hebûna pirsgirêka Kurd heye, naxwazin Kurd xwe ji xefika pirsgirêkan xilas bikin. Wek şûrê demokles çovê dewleta Tirk û çovê dewletên din yên dagirkerên Kurdistanê, li dijî Kurdan bi kar tînin. Gelek hêz, hê jî dixwazin têgihîştina Sykes-Pîcot li Kurdistanê berdewam be. Bi ti awayî naxwazin Kurd ji bo peşêroja xwe çareseriyên xwe pêşbixin. Sînoran li ber pêşketina Kurdan datînin.
Dewleta Tirkiyê jî, van helwestan ji bo xwe wek derfet dibîne û stratejiya xwe ya ji bo Tirkiyeya mezin, ango ji bo bipêşxistina Tûranîzmê, bi rêya pan Îslamîzmê, li ser erdnîgariya berê ya Osmaniyan gav bi gav têxe pratîkê. Lê bi mudaxeleya Lîbya, mûdaxaleyên li Malî, Yemen, Iraq, Sûrî, Somalî, Sudan, bi giştî li welatên Afrîka Bakur, li Asya wek Pakîstan, Keşmîr, Hîndîstan û herî dawî li Derya Spî û bi şerê Ermenistan û Azerbaycanê, rastiya emperyal ya dewleta Tirk, baştir derket holê. Di bin baheneya PKK li Rojava û li Başûrê Kurdistanê heye, heya niha dikarîbû xwe veşêre, lê niha êdî bûye problem ji bo dewletên Ereb, ji bo Yekîtiya Ewropayê û gelek dewletên din jî.
Bi sorkirina şerê Ermenistan û Azerbeycanê, bi hemî awayî destek kirina Azerbeycanê, dewleta Tirk bûye tehdît ji bo Rûsya, Îran û dewletên wê herêmê jî. Bi vê munasenetê, em vî şerî mahkûm dikin û bang li gelê Ermenî û Azerî dikin ku neyên lîstikên dewleta Tirk û zûtirin demê de dest bi muzakareyan bikin. Hebûna dewleta Tirkan di bin rejîma AKP-MHP’e de, êdî bûye pirsgirêkek herêmî û cihanî. Ev rastî û ewşa heyî di heman demê de, derfetên mezin yên dîplomatîk ji bo Kurdan diafrîne. Lê belê eger Kurd di asta siyaset û dîplomasiyê de yekgirtî nebin, encamê nagrin û dikarin bi xeteriyeke mezin re jî, rû bi rû bimînin.
Weke tê zanîn di pêşkêşiya dewleta Tirk de dewletên dagirkerên Kurdistanê, di dema referandûma Başûr de, tifaqa xwe ya dijê gelê Kurd nû kirin. Li gel pirsgirênkên di nav wan de jî, ev tifaq berdewam e. Îran ji ber ku di nav qeyraneke aborî, siyasî, civakî û dîplomatîk de ye, naxwaze eniyeke nû yanî eniyeke şer li dijî Kurdan pêş bixe. Li ser navê xwe dihêle dewleta Tirk erîşî hêzên Kurd bike. Lê dem dem bixwe jî dikeve nava êrîşan.
ÎRAN DIXWAZE MIROVAN BI BIRÇÎBÛNÊ TERBIYE BIKE
Dewleta Îranê, li rojhilatê Kurdistanê bi rêya aborî koçberiyê bi pêş dixe; dixwaze civakê bi birçîbûnê teslîm bigre. Hejmara girtiyên Kurd yên siyasî, li zîndanên Îranê her diçe zêdetir dibe. Nexweşiya pandemiya koronayê li rojhilatê Kurdistanê wek çek li dijî gelê me bikar tîne. Pergala tendûrîstiyê li rojhilatê Kurdistanê bi zanebûn nehatiye pêşxistin. Yên ku bi awayekî mecbûrî bazirganiya di navbera sînorên Başûr û Rojhilat, Bakur û Rojhilat de dikin, kesên kolber têne qetilkirin. Ev qetilkirin roj bi roj zêde dibe û bûye wekî qetlîamekê.
Qetilkirina kolberan îsal bi taybetî pir zêde bû. Her weha girtin û zextên li ser hawîrdorparêzan jî, ji sala par ve zêde bûye. Heman demê de Îran Zimanê Kurdî qedexe dike û mamostayên Kurdî jî zîndanî deke. Rejîma Îranê, ji hêza Kurdan pir ditirse. Ji bo ku Kurd bikarin bi têkoşîna xwe ya her awayî, bi rêyên siyasî û dîplomatîk zextê li ser rejîma Îranê zêdebikin û çareseriyê lê ferz bikin, di navbera hêzên Kurd yên rojhilatê Kurdistanê de pêwîstî bi tifaqa neteweyî heye. KNK weke salên berê, wê di vî warî de kar û xebatên xwe berdewam bike.
Dema rewşa rojhilatê Kurdistanê û Îranê tê rojevê, mixabin gelek caran rewşa Kurdên Xuresanê tête ji bîrkirin. Ev kêmahiyek piraniya rêxistinên Kurdistanî ye. KNK, ji damezrinê û heta niha hewl dide ku li ser rewşa Kurdên Xuresanê raweste û temsîla wan li KNKê de hebe. Dewra pêş niha, ew temsîliyet bi awayekî kêm be jî hebû, niha nîne. Ev kêmahiyek mezine û divê demekî zûtirîn de bê çareserkirin.
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Başûrê Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federal e, ev rewş ji bo hemî Kurdistaniyan hêviyek mezin e û cihê keyfxweşiyê ye. Çi dibe bila bibe divê ev destkeftin bê parastin û bê pêşxistin. Parastina deskeftiyên gelê me li Başûr, erkeke neteweyî ye. KNK, li ser parastina deskeftiyên Başûr hesas e. Em dixwazin ev deskeftî firehtir bibin û bikevin xizmeta hemî Kurdistaniyan. Parastina deskeftiyan û hesasbûna li hember Herêma Federal, nayê wê maneyê ku rexne lê neyêne girtin, kêm û kuriyên rêveberiyê neyên dîtin. Mebest ji rexneyan eve ku ew kêm û kurî bêne çareserkirin.
Teybetî piştî referandûmê ku wê ve girêdayî deverên dabirayî (deverên Madeya 140) carek din ji teref hêzên Iraqê ve hatin dagirkirin; ji wê demê û heta niha başûrê Kurdistanê, di qeyranekî giran de ye. Ev qeyran siyasî ye, aborî ye, civakî ye, dîplomatîk e û di hemî warên jiyanê de derdikeve pêş. Li alê siyasî de herçend hilbijartin çêbûbin û hukumetek nû hatibe ser kar jî, yekîtiyek xurt nehatiye avakirin. Peywendiyên navxweyî weke tê xwestin nînin. Hukumetek şefaf nîne, budce û dahatên herêmê ne zelal in û gendeliyek zêde heye. Li alê din pîvanên demokrasiyê hingî diçin teng dibin û binpêkirina mafên mirovan jî zêdedibin.
Qeyrana herî mezin aborî û civakî ye. Sîstema aborî ya Başûr dibe sedemê wê ku hejmarek kêm gelek dewlûmend dibin, piraniya civakê jî feqîr dibin. Ketina nirxê petrolê, problemên budceyî yên bi Bexdayê re û pandemiya Koronayê, ev qeyran kûrtir û girantir kiriye. Qeyrana aborî, dibe sedemê qeyranên civakî jî. Gelek kes ji ber vê rewşê muhtacê nebaşan dibin, pê bawerî pêş dikeve û ehlaqê civakê têk diçe. Dibe sedemê nexweşiyên derûnî û xwekuştinê. Her weha ev rewş dibe sedemê koçberiya xelkê ji Başûr. Dewleta Tirk jî vê rewşê weke derfet kar tîne û dixwaze Kurdistanê vala bike. Di vî warî de dewleta Tirk bi çete û qaçaqçiyên girêdayî xwe ve, dikeve hereketê û bi hevkarên xwe ve ciwanan hedef digrin. Teybetî koçkirina ciwanan li Başûr di astekî jor de ye û metirsîdar e. Rewşa jinan jî li Başûr bi giştî nebaş e. Projên pêşxistina azadiya jinan ji alê hukumetê ve kêmên û heta mirov dikare bêje hukumet vî warî de bê proje ye. Kuştina jinan li Başûr birînekî civakî ya reş û gelek kûr e.
Di demên dawî de zextên li ser rojnemevan, rewşenbîr, mûxalîf û kesên mafê mirovan diparêzin zêde bûne û ev rewş nayê qebûl kirin. Em bang li hukûmeta Başûr dikin ku çareseriyên maqul ji aboriya xelkê re bibîn e. Li dijî kûştina jinan tedbîran bigire. Mirovên ji bo siyasetê û li ser nêrînên xwe hatine girtin, di demeke zûde werin azadkirin. Em piştgiriya xwe bi daxwazên gelê xwe yî Başûr re diyar dikin. Ji bo pratîka berê, carekê din destxweşiyê li gelê xwe dikin û dîsa bang dikin ku her tiştê bi dewleta tirk re girêdayî boykot bikin. Malê wan nekirin, seferên xwe yên tirkiyê bisekinîn.
Peywendiyên li gel hukumeta Iraqê, weke tê xwestin nînin. Pirsgirêka petrol û budceyê nehatiye çareserkirin. Problema mezin ya deverên maddeya 140in. Di serî de li Kerkûk, li deverên din yên germiyan û giştî li hemî deverên dabirayî, rewşa gelê me gelek xirab e. Êrîş li ser gel çêdibin, mal û milkên wan têne talankirin û niştecihên Kurd têne koçberkirin. Dever bi giştî tê Erebkirîn. Hingî diçe ev rewş girantir dibe.
DAGIRKERIYA LI SER HEFTANÎNÊ
Tenê problem bi hukumeta merkezî re nînin. Êrîşên Tirkiyê û Îranê jî li ser Başûr hene. Ev êrîş rojane berdewam dikin û zererekî can û mal ya mezin didin gelê me. Li Heftanînê, ji nîvê meha Hezîranê heya niha, ji teref dewleta Tirk ve, şerekî dijwar tê meşandin. Lê dewleta Tirk rasta berxwedaneke tund hat û li gel hevkarên xwe nekarî encamê bigre. Di nav gelê me de bi giştî li Başûr û bi taybet li devera Behdînan, helwestek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk heye. Mixabin hinek rayedarên siyaseta Başûr, hebûna dewleta Tirk ne wek dagirkerî, lê wek parastina berjewendiyên xwe yên teng digrin dest. Siyaseta desthiladar ya başûrê Kurdistanê tifaqa xwe ya li gel Bexdayê jî, li ser esasê berjewendiyên Tirkiyeyê û Amerîkayê dimeşîne.
Mînaka herî dawî lihevhatina li ser Şingalê ye. Ew tifaq, ji sedî sed li dijî berjewendiyên Kurdan e. Feyda wê ne ji bo Başûr ne jî ji bo Şingalê heye. Berevajî rêya xeteriyê li ber dagirkirina Başûr û Rojava vedike. Şingal xwedî erdnîgariyek stratejîk e. Dewleta Tirk ji ber ku li Haftanînê encam negirt, li gel desthilatiya Trump, hukumeta Iraqê û hinek deshilatdarên başûrê Kurdistanê, niha jî amadekariyên dagirkirina Şingalê dike. Projeya ku DAÎŞê ji ber berxwedana hêzên Gerila û berxwedêrên Şingalê nikaribû encamê bigire, niha li gel hikumeta Iraqê û rêveberiya Başûr dîxwaze vê dagirkeriyê pêk bîne.
Nûnerên xelkê Şingalê, peymana ku di navbera hukumetên Hewlêr û Bexdayê de li ser Şingalê hatî çêkrin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wana ye, pirs li wan nehtiye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin. Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendiyên cuda ye. Piraniya wê Kurdên Êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê taybetmendiyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAIŞê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şingaliyan de vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê bi awayeke teybet bêne destgirtin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin.
REWŞA KURDÊN ŞEBEK Û KAKEÎYAN JÎ GELEKÎ XERAB E
Rewşa Kurdên Şebek û Kakeiyan jî, gelek xirabe û weke ya Êzidiya ne. Dema DAIŞ hate herêmê, êrîşê Kurdên Şebek û Kakeiyan jî kir. Bi destê DAIŞê li ser vî beşê gelê me jî qetlîam pêk hatin. Piştî têkçûna DAIŞê jî, rewşa wan baş nebû û teybetî piştî referandûmê ku herêmên Maddeya 140 ketin destê hukumeta Iraqê, rewşa wan hingî diçe xirabtir dibe. Em KNK, li ser vê rewşê hesas in û em ê hewlên xwe yên çareseriyê berdewam bikin. Li ser vê yekê em bang li Hukumeta Herêmê û Hukumeta Bexdayê dikin ku xwedî vî beşê gelê me derkevin.
Rewşa Kurdên Feylî jî, di civînê de hate rojevê. Pirsgirêka Kurdên Feylî, ev demeke dirêje di rojeva KNKê de ye. Ji bo li ser rewşa Kurdên Feylî raweste, KNKê komîteyek teybet ava kiriye û ev komîte di nava xebatê de ye. Kurdên Feylî, di gelek waran de di bin zext û êrîşan de ne. Teybetî jî di bin êrîşa asîmîlasyonekî gelek mezin de ne. Ev mesele ne tenê mesela Kurdên Feylî ye, ne tenê mesela KNKê ye, heman demê de meseleyek neteweyî ye û divê hemî hêzên Kurdistanî, li ser vê rewşa Kurdên Feylî rawestin û divê çareseriyek adilane ji vê meseleyê re bête dîtin.
ROJAVA
Rojavayê Kurdistanê, li hember konseptên navneteweyî û herêmî berxwedana xwe didomîne. Hezên mezin yên wek Emerîka û Rûsya, hinek caran li gel Tirkiyê nakok in, lê gelek caran lihevhatinên xwe li ser Rojavayê dimeşînîn. Rojavayê Kurdistanê kirinê qada şerê berjewendiyên xwe. Lê li himber vê jî, siyaseta li rojavayê Kurdistanê di pêşxistina pergala xweserî de, di avakirina tifaqên dîplomatîk de, di bin hemû şert û mercan de di avakirina dostaniyên di navbera gel û baweriyan de, di azadiya jinan de bi israr e.
Ev saleke li rojavayê Kurdistanê ji bo yekîtiya navxweyî pevajoya lihevditinê heye. Lê mixabin ev pêvajo heta niha ser neketiye. Di destpêka vê dialogê de, keda KNKê heye. KNK çi li parçeyên Kurdistanê çi bi seranserê Kurdistanê be, her gaveke ji bo yekîtiya hêz û gelê me bê avêhtin, ciddî digre, destek dike û rê li ber xweş dike.
Welê tê xwuyakirin ku plansaziyek nû li hember Rojava heye. Rewş ber bi aloziyek nû ve diçe. Dewleta Tirk gef û êrîşên xwe zêde kirine.Tê zanin ku misogerkirina paşeroja azad ya Rojava giredayî têkbirina rejîma AKP-MHP’ê ye. Ji ber ku hêza herî dijî Kurd, dewleta Tirk e. Ne tenê bi rêya leşkerî, her wiha bi qutkirina avê, bi pergala sîxuriyê, bi kuştina serokên eşiran yên Ereb yên ku di pergala xweseriyê de cih digrin û dixwazin dijminatiyê di navbera Kurd û Erban de çêbikin.
Her weha Efrîn, Girê Sipî û Serekaniyê, niha kirine navenda çeteyên cihadîst û wan çeteyan dişînin Lîbyayê û Azarbeycanê. Ji bo wê jî êdî dagirkeriya Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê ketiye rojeva siyaseta Cihanê û bûye xeteriyek Cihanî. Ew yek bi raporên NY yê jî careke din misoger bû.
Rast e li Rojavayê Kurdistanê êrîş û tehdîdên mezin ji alê dewleta Tirk ve têne. Lê problem bi wê ve sînordar nînin. Rejîma Şamê herçend lewaz be jî, heta niha bi awayekî pozîtîf nîzingê çareseriyê nebûye. Ew dixwazin hemî deskeftiyên gelê me ji nav bibin û vegerin sîstema berê. Eger Rejîm problemên xwe yên devera Îdlibê çareser bike, wê berê xwe bide herêmên azad yên Rojava. Ji xwe niha jî hewl didin ku probleman derxin. Di vî warî de jî, hişyarî û amadekarî pêwîst in.
Rojava, di rewşeke hesas de derbaz dibe. Parastina deskevtên şoreşa Rojava, karekî sereke ye. Weke berê ev rewş wê di rojev û plansaziya KNKê de cihê xwe bigre û wê bête şopandin.
KURDÊN ANATOLIYA NAVÎN
Di civînê de rewşa Kurdên Anatoliya Navîn jî hate rojevê. Nûnerên Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) ku di KNKê de endam in, rewşa gelê me yê herêmê anîn ziman û agahdarî dane civînê.
Di civînê de, rewşa Kurdên li welatên ESENGê (Welatên Sovyeta Berê) jî, hate rojevê û li ser hate rawestan. Ev demeke, li welatên nava Esya yê Qazaxistan û Kirgizistan ê, êrîş li ser Kurdan çêdibin. Van rojên dawî de li Rusya li herêma Saratovê jî ku liser sinorê Qazaxistanê ye, dîsa êrîş li ser Kurdan çêbûn. Wefteke ya rêxistinên Kurdî, ji Moskovayê çû herêmê û niha jî li herêmê ne û li ser rewşê disekinin. Nunerê KNKê yê Rusya yê ku endamê heyetê ye, ji cihê bûyerê beşdarê civînê bû û agahdarî dan Civata Giştî. Kurd, ne tenê li Kurdistanê di bin êrîşan de ne, her weha li seranserê Cihanê jî di bin tehdît û êrîşan de ne. Heta welatekî azad ji Kurdan re neyê avakirin, ev tehdît û êrîş wê bwerdewam bin. KNK, li her cih û deverê, mafê gelê Kurd tîne rojevê û diparêze.
ASÛR Û SIRYANAN
Di civê de rewşa gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî jî hate rojevê. Asûrî-Suryanî-Kiladanî, miletekî qedîm yên herêma me ne. Di dîrokê de gelek qetlîam û jenosîd li hember vî gelî pêk hatine. Ev gel ne tenê bi alê etnîkî ve têne hedefgirtin, di heman demê de di alê bawerî de jî di bin êrîşek giran de ne. Bi hatina DAIŞê, hedefek yekem jî, gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî bûn û li ser wan jî qetlîam pêk hatin. Ji ber van sedeman li herêmê de nufûsek kêm maye û hingî diçi kêmtir dibin. Parastina vî gelê qedîm wezîfeyek mezin ya KNKê û hemî hêzên Kurdistanî ye. Em ê li ser vê erka xwe her dem rawestin. Qeder û rizgariya gelê Kurd û ya gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî, bi hev re girêdayî ye û serkevtin jî wê bi hev re be.
REWŞA RÊZDAR ABDULLAH OCALAN
Rewşa birêz Abdullah Ocalan û kampanya azadiya birêz Ocalan ya ku di asta cihanê de tê meşandin jî hate rojeva Civata Giştî. Kampanya azadiya birêz Ocalan, hingî diçe berfirehtir dibe û dikeve rojeva reya giştî ya Cihanê. Piştî 21 salan Rêxistina Dijê Îşkenceyê CPT’yê jî, li hember sîstema li Îmraliyê tê meşandin, dengê xwe bilind kir û dewleta Tirk bi binpêkirina pîvanên hiqûqa navdewletî tewanbar kir. Her weha Parlamenterên Konseya Ewropa (Tirkiye jî endamê Konseya Ewropayê ye) (CoE) jî, ji dewleta Tirk xwest ku gorî bîryarên CPT yê, erkên xwe yên li hember birêz Ocalan pêk bîne. KNK, kampanya azadiya Birêz Ocalan, bi hemî imkanên xwe ve, destek dike û bang li hemî Kurdistanî û dostên Kurdan dike ku cihê xwe di nava vê kampanyayê de bigrin.
REWŞA JINAN
Rewşa jinan jî di rojeva civênê de bû. Nûnerên rêxistinên jinan bi awayekî xurt beşdarî Civata Giştî bûn û bi nirxandin û analîzên xwe, civîn dewlêmend kirin. Her çiqas tevgera jinê, li Kurdistanê pêşketibe jî û di asta jor de di nava sazî û dezgehên Kurdistanî de cihê xwe digre jî, weke welatên din yên Cihanê lê li welatê me jî, pirsgirêka azadiya jinê nehatiye çareserkirin. Pêşketina tevgera jinê li Kurdistanê cihê şanaziyê ye û di asta Cihanê de deng vedaye. Lê mesele mezin e, rê û rêbazekî kûr û dirêj e. Divê zihniyeta hezaran salan bê guhertin. Her weha jinên endamên KNKê, daxwaz kirin ku di parti û rexistinên siyasî de hêjmara jinan bê zedêkirin. Jinan, li ser tegîhîştîna baviksalariyê di siyaseta Kurdî de, rexne li partiyên siyasî kirin. Bi taybetî, ji partiyên siyasî hate xwestin ku di karên yekîtiya neteweyî de, astengiyên ji bo beşdariya jinan bêne rakirin, da ku nîqaş û çareseriyên derbarê yekîtiya neteweyî bi demokrasiyê xurtitr bibin.
Di Cîhana îro de guhertin zû çêdibin. Diyar e, dewleta Tirk di konsepta xwe ya emperyal de bi israr e. Ew rastî, wê qeyrana wê ya aborî, civakî, siyasî û dîplomatîk zêde bike. Rewşa lewaz ya dewleta Tirk, derfetên girîng ji bo Kurdan çêdike. Heya Kurd bi hevbeşî vê rastiya dewleta Tirk analîz nekin, dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya parçekirinê, wê hêza Kurdan lewaz bike. Îro mirov dikare bêje, dostên dewleta Tirk pir kêm bûne. Rewşa rejîma Îranê jî nebaş e û ji ya Tirkiyê xiraptire. Di bin amborgoyekî giran de ye, qeyrana aborî hingî diçe girantir dibe, rejîm di hemî warî de tengiyekî mezin jiyan dike. Gelên Îranê, ne rehetin û guhertinê dixwazin. Rewşa Iraq û Sûrî jî gelek aloze, ji ya Tirkiyê û Îranê xiraptire. Dijmînên me, weke berê xurt nînin. Em ji berê xurttirin û hingî diçe deskevt û derfetên me zêdetir dibin.
Ev rewş derfetên mezin didin me û dergehan ji bo me vedikin. Her çend rewşa me aloz be jî, lê ji ya berê baştir e. Çiqas kêm be jî çiqas yekîtiya me ne temam be jî, dîsa jî em xwedî rêveberî, rêxistin û hêzên parastinê ne. Gelê me hişyar e û li ser piya ye. Di herêmê de em xwedî potansiyelekî mezin in û xwedî erdnîgariyekî stratejîk in. Di asta Cihanî de îmajekî me ya baş heye û sempatiyek baş ji gelê Kurd re çêbûye. Ev jî derfetê didi me ku em bikarin baştir bixebitin û serbikevin.
Rewşa Kurdistanê û Cihanê ya ku li jor hatî analîzkirin, erk û wezîfeên me jî derdixe holê. Analîz û diyarkirina kêm û kuriyan, têra me nake. Ji bo ew kêm û kurî bêne çareserkirin, xebatek xurt ji me tê xwestin. Di serî de ji bo yekîtiya neteweyî ku karê me yê bingehîn e, divê bê navber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene. Her weha em dikarin di asta Cihanê de, xebatek xurt ya dîplomatîk bikin û divê em bikin jî.”