Encamên civîna 8. a KDH hatin eşkerekirin
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a partî û Rêxistinên siyasî yên Kurdistanê, encamên civîna xwe ya heştemîn bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re eşkere kir.
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a partî û Rêxistinên siyasî yên Kurdistanê, encamên civîna xwe ya heştemîn bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re eşkere kir.
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş (KDH) a Partî û Rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, di roja 24'ê Nîsana 2016'an de, 8. civîna xwe li bajêrê Den Haag yê Holandayê pêk anî. Di civînê de Berpirsyarê Kargerî yê Mekteba Siyasî ya YNK'ê Mela Bextiyar, Hevserokê PYDê Salih Muslim û Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal û nûnerên piraniya partî û rêxistinên endam di komîteyê de amade bûn. Di civînê de analîza siyasî li ser rewşa leşkerî, siyaseta navneteweyî, herêmî û Kurdistanî bi dîtin û nêrînên cuda hatin gotûbêj kirin û rewşa heyî wekî şert û mercekî objektîv hate nirxandin ku di cîhan, herêmê û Kurdistanê de derketiye meydanê.
Nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî gotûbêj li ser rewşa Kurdistanê kirin. Li ser kar û çalakiyên derbasbûyî hate rawestan, kar û xebat û bername ji bo dema pêş hate plankirin.
Civînê rojekê dewam kir û di dawiya civînê da nêrîn û pêşniyarên beşdaran hatin amadekirin.
ENCAMÊN CIVÎNÊ
Piştî civînê, Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî daxuyaniyeke nivîskî weşand û encamên civînê ragihand.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser pirsgirêkên navxweyî yên hêzên Kurdî li hemû beşên Kurdistanê, ku hînê nehatine çareserkirin û ev yek weke qusûreke dîrokî hat pênasekirin.
Di daxuyaniya li ser encamên civîna KDH de işaret bi Konferansa Cenevreyê jî hat kirin û hat gotin, "Beşdarnekirina nûnerên xwedî temsîl ên Kurdan û xelkên demokrasîxwaz ên Rojhilata Navîn li konferansa Cenevreyê, bû sedema rûdana şaşitiyeke stratejî û di pratîkê de jî konferans bê encam ma."
Bang li dewletên demokratîk û konseya konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin, ku kêmasiyên konferansên navneteweyî bi rengekî demokratîk çareser bikin.
JI BO PÊKHATINA AŞTIYÊ, DIVÊ PKK JI LÎSTEYA 'TERORÊ' DERXISTIN
Daxuyaniya li ser encamên civîna heştemîn bi vî rengî dewam dike:
"Heştemîn civîna komîteya hevbeş a diplomasiyê, bi biryar e ku hewldanên dîplomasiyê ji bo sekinandina êrîşên dewleta Tirk ya li ser bajêrên Bakurê Kurdistanê xurt û zêde bike. Têkoşîneke xurt bê dan ku destwerdanên Tirkiye û hêzên paşverû yên herêmê yên li Kurdistanê bên rawestandin. Her wiha daxwaz ji xelkê Kurd û hêzên navneteweyî bê kirin ku karên ciddî ji bo pêkînana aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bê kirin.
Civîn bi giringî daxwazê dike ku Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK ji lîsteya terorê bê derêxistin û derfetên tenduristî, ewlekarî û serbest hereket kirinê ji bo Birêz Abdullah Ocalan bêne pêkanîn da ku ji aştiyê re rê veke.
BANGA JI BO ÇARESERIYA KRÎZA LI BAŞÛR
Civîn, daxwaz ji hemî partî, rêxistinên siyasî, medenî û pîşeyiyên Başûrê Kurdistanê dike ku bi dilsozî û berpirsane nêzê qeyrana li Başûr bibînin û destketên gelê me biparêzin. Her wiha di atmosfereke dîmokrasî û şefaf de arîşeyên navxweyî çareser bikin. Pêwîst e rêz ji dem û dezgehên rewa (şer’î) yên îdarî yên herêmê bên girtin û her tişt di bin serweriya qanûnê de derbas bibin.
BANGA HEVKARIYÊ LI HÊZÊN SIYASÎ YÊN LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ HAT KIRIN
Komara Îslamiya Îranê li ser bi eskerîkirina Rojhilatê Kurdistanê û siyaset şiddet û tirsandin û îdamkirinê berdewam e. Her wiha siyaseta bêkarkirin û berbilavkirina narkotîkê jî, li Rojhilatê Kurdistanê bi rêve dibe. Civîn, bi tundî wê siyaseta dewleta Îranê şermezar dike û daxwaz ji hemî hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dike zêdetir bi hevre hevkar bin ji bo ku deng û rewatiya mafên xelkê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê bigihînin.
Civîn, piştgiriya ya xwe ji bo gelê me yê Suryanî – Asurî - Kildanî û her wiha civaka me ya Êzidî diyar dike, ji bo komkirin û dekomentkirina suç û tawanên komkujî û jenosidê ya çeteyên DAIŞ'ê, ku li hemberi gelê me pêkaniye û dane ber çavên civaka nAvneteweyî, biryar hate dayîn komîteya civîna pêncemîn dE hatî avakirin bê xurtkirin û karên plankirî bêne berdewamkirin.
DAXWAZA JI BO NASKIRINA QIRKIRINA 1915'AN
Jenosîda li ser xelkên Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildaniyan û Kurdên Êzidî hatî meşandin ku îro 101 saliya wê ye. Civîn, bang li Dewleta Tirk û rAya giştî ya navneteweyî dike ku vê jenosîdê bi fermî nasbikin û birînên van xelkan derman bikin.
Civîn di dawiyê da bang li tevahiya partî û rêxistinên Kurdistanî dike ku beşdariyê di civînên komîteya hevbeş ya dîplomasiyê de bikin."