Encamên civîna 11. a Komîteya Dîplomasiya Hevbeş hatin eşkerekirin
Komîteya hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, encamên civîna xwe ya 11. bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Komîteya hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, encamên civîna xwe ya 11. bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Komîteya hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, di 29'ê Nîsanê de li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya li paytexta Belçîka Brukselê, ji bo cara 11. li hev civiya.
Di civînê de 6 parlamenterên Kurd ên Başûrê Kurdistanê jî amade bûn û dîtinên xwe parve kirin.
Rewşa siyasî ya li gelemperiya Kurdistanê, guhertin û bûyerên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, helwest û bandora hêzên cîhanî li herêmê, rojeva civînê bûn.
Komîteyê, encamên civîna xwe ya 11. bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.
Di encamnameyê de hat ragihandin, ku rewşa Bakur û Rojava, êrîş û dagirkeriya Dewleta Tirk a li van parçeyan, bombebarandin û êrîşa li ser Şengal, Qereçox û deverên din ên Rojava, bi awayekî taybet hatin rojevê û bi awayekî berfireh li ser hate rawestandin.
Hat destnîşankirin, ku rewşa Başûr, Rojhilat û bi giştî pêşketinên herêmê û cihanê hatin nirxandin.
KOMÎTE DIXWAZE LOBÎ Û DÎPLOMASIYEKE XURT LI AMERÎKA Û EWROPAYÊ BIMEŞÎNE
Li gorî daxuyaniyê, di dirêjahiya guftugoyan de xebatên derbasbûyî yên komîteyê hatin nirxandin û di encamê de ji bo dema pêş plansaziya xebatê hate çêkirin.
Daxuyaniya li ser encamên civînê, wiha dewam kir:
"Komîteya Dîplomasiya Hevbeş erkekî girîng hildaye ser milê xwe ku potansiyel û dînamîkên neteweyî û niştimanî kom bike û bi hev re di qada dîplomasiyê de bide karkirin. Li gorî vê erka xwe, komîteya me, li gel plansaziya giştî û karên xwe yên rojane, di nava xebateke diplomatîk de ye bi taybetî dixwaze lobî û dîplomasiyek xurt li Amerîka û Ewropa pêş de bibe.
LI SERANSERÊ KURDISTANÊ ŞER Û GEF DEWAM DIKIN
Kurdistan û Rojhilata Navîn di nava rewşeke aloz de ye. Şerekî mezin li herêmê heye û Kurdistan ketiye nava agirê wî şerî û ew şer li Kurdistanê geh bi êrîşên hêzên dagirker geh bi wekalet (cîgirî) bi rê ve diçe û tê kirin. Ji bilî DAIŞ û hêzên din yên Selefî, dewleta Turkiyê, Îran, Rejîma Sûrî, Qeter û Erebistana Saudî jî, beşeke sereke yên vî şerî ne. Li gel berxwedanî û qehremaniyek bê hempa ya hêzên Kurdistanî, mixabin heta niha jî, can û malê xelkê Kurdistanê ber ziyan û metirsiyê de ye. Seranserê Bakurê Kurdistanê bûye qada şer, li seranserê Rojavayê Kurdistanê jî şer berdewame û dagirkeriya Tirkiyê jî ser ve zêde bûye, li Başûrê Kurdistanê bi taybetî li Şengal, dûrberê Mûsilê, Kerkûk û li Germiyana jêrî tehdît (gef) berdewamin, herwiha Rojhilatê Kurdistanê jî rewş aloze.
BAKURÊ KURDISTANÊ
Li Bakurê Kurdistanê, ev nêzikî du salane şerekî giran û pir dijwar pêk tê. Dewleta Tirk bi hemî awayî, bi hemî çekên giran bê sînor êrîş dike. Di êrîşên xwe de, ne heq (maf) ne hiqûq ne jî qanûnan nas nake. Gund û bajaran wêran dike, jîngehê dişewitîne û kesên sivîl hedef (armanc) digre û dikuje. Siyaseta legal armanc digre, parlamenter û şaredar jî di nav de siyasetmedaran dixe zindanan, şaredaran ji wezîfê (kar) dûr dixe û dest datîne ser şaredariyan. Li hember van êrîşan, gelê me û şervanên azadiyê jî, bi fedakariyek mezin berxwedanekî bê hempa dimeşînin û piraniyên êrîşên dijminan vale dertînin.
Dewleta Tirk, ne tenê li Bakur li seranserê Cihanê jî dijmintiya Gelê Kurd dike. Siyaseta Dewleta Tirk ya di qada dîplomatîk de li ser bingeha dijminatiya Gelê Kurd hatiye avakirin û tê meşandin. Dewleta Tirk, ev demeke siyaseta xwe ya Suriyê guherandiye, dijî Gelê Kurd bi Rusya, Îran, Iraq û Rejîma Surî re ketiye nava peywendiyan. Armanca wê ewe ku van hêzan bîne ba hev û da ku bi hev re êrîşan bînin ser Gelê Kurd û deskeftiyên Kurdan têk bibin.
Eve serê dehan salane gelek deverên Başûr bombe dike, 20 sal zêdetîre hinek hêzên xwe li Başûr bi cih kirine û dernakeve. Ev hêz hemî dij gelê me û deskeftiyên gelê me anîne û dixwaze pêşiya hêzên azadiyê bigre. Dewleta Tirk mafê xwe dibîne ku hinek hêzên Kurdî li Başûr tehdît bike û li Şingal û deverên din, dixwaze siyaseta xwe bi darê zorê pêk bîne.
Êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk ya li ser Şingalê û Qereçox, dijminatiya kûr ya dijê gelê Kurd dide nîşan. Êrîşa Şengalê berdewama êrîşa DAIŞê ye, berdewama fermana 73. ya dijê birayên me yên Êzidî. Êrîşa Qereçox û deverên sînor yên Rojavayê Kurdistanê, destekdayîna DAIŞ'ê ye û sabotekirina operasyona Reqayê ye.
ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Ji destpêka şoreşa Sûrî û vir ve, helwesta Dewleta Tirk ew e ku li Rojavayê Kurdistanê çi statû ji Kurdan re çênebin. Heta niha di serî de DAIŞ, hemî hêzên Selefî û hêzên şoven, dijê gelê me destek kirine, geş kirine û dane êrîşkirin. Dema dît bi van hêzan nikare pêşiya şoreşa Rojava bigre, vê carê bi hêzên xwe dest bi dagirkeriyê kir. Ev 8 mehin hêzên Dewleta Tirk derbazê hinek deverên Rojavayê Kurdistanê bûne û êrşên xwe berdewam dikin. Niha jî Dewleta Tirk, polîtîkaya xwe ya Sûriyê guhertiye. Îran, Iraq û Rejîma Sûrî re peywendiyan datîne û dijê me, dijê gelê me, dijê şoreşa me îttîfaqan pêk tîne. Bi navê çareserkirina pirsgirêka Surî, bi Rusya û Îranê ra dikeve nava hewldanan û li Astana civînên çareseriyê pêk tînin. Lê şertê dewleta Tirk hene, divê Kurd weke terorîst bêne navkirin û tevlî danûstandinan nebin.
Li ser Rojava, li alê din êrîşên DAIŞ û hêzên girêdayî Tirkiyê berdewamin. Dem dem jî hêzên rejîma Sûrî jî êrîş dikin. Li gel hemî van êrîşan jî, şoreşa Rojava bi serketî berdewam dike û roj bi roj pêş de diçe. Lê pêwîste bê zanîn dijminê gelê me pirin û herdem dixwazin planên xirab li ser gelê me çêkin û bimeşînin. Dijminên me dixwazin şoreşa Rojava têk bibin. Têkçûna Rojava ziyaneke mezine ji bo hemû Kurdistanê. Divê rewşa Rojava, weke rojeveke sereke bê destgirtin û gora wê kar bê kirin. Teybetî di warê dîplomasiyê da pêwîste Rojava rojeva yekemîn be û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê çêkirin.
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Rewşa Başûrê Kurdistanê hem di hundirê xwe de hem jî bi peywendiyên xwe yên bi Bexdayê re nebaş e. Şerê DAIŞ'ê berdewame. Rewşa aborî nebaşe û herêm krîzekî aborî jiyan dike. Xala sereke krîza siyasiye. Ji xwe krîza siyasî bûye sedemên gelek pirsgirêkan. Hilbijartina serokatiya herêmê di wextê xwe de nehat kirin, nîzingê du salaye wext li ser de derbaz bûye. Ev salek û nîvê zêdetire parlamento jî naxebite û nayê xebitandin. Li Başûr pêşiya her tiştî pêwîste parlamento kom bibe û xebata xwe bike. Niha referandûm di rojevê de ye, pêwîste pêş referandumê parlamento aktîf bibe, biryara referandûmê li parlentoyê bê standin û bingeha wê ya qanûnî li parlamentoyê bê danîn. Herwiha pêwîste hilbijartina serokatiya herêmê di demeke herî zû de bê çêkirin. Di heman demê da pêwîste dabinkirina jiyana rojane ya gel bê misogerkirin.
ROJHILATÊ KURDISTANÊ
Li Rojhilatê Kurdistanê, siyaseta eskerîkirin, çewsandin û asîmîlasyonê ya Dewleta Îranê berdewam e. Îran bi ti awayî mafê gelê Kurd qebûl nake. Herçend şereke mezin li Rojhilat nebe jî, lê alozî berdewame. Dewleta Îranê, êrîşên xwe û bi darvekirina siyasetmedarên Kurd berdewam dike. Herwiha ew siyaseta bêkarhiştina mirovan û berbilavkirina narkotîkê li Kurdistanê, bê navber bi awayekî sistematik dimeşîne. Îran ne tenê di nav xwe de, herwiha di seranserê herêmê de dijê deskeftên gelê me ye. Îran, li Sûrî û Iraqê xwedî bandorekî mezine û dijê gelê me weke dewra berê di Dewleta Tirk re nava îtîfaqê da ye.
ÎMKANÊN SERKETINÊ JI HER DEMÊ ZÊDETIR IN
Her çend hêzên dagirker dijê gelê me di nav tifaqan de bin jî, lê nakokiyên wan jî pirin. Li gel van êrîş û aloziyan jî, rewşa herêmê û rewşa Kurdistanê hatiye guhertin. Çavên hêzên sereke yên Cihanî li herêma me ne. Kurd hêdî di herêmê da bûne aktorek mezin. Hêzên cihanî Kurdan jî hesap dikin û dikevin nava peymanan. Îmkanên serkeftinê ji hemî deman zêdetir bûne û zêdetîrîn jî.
BIRYAR Û PÊŞNIYARÊN
Civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:
Em dixwazin hemî gelên Kurdistanê, pişt û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Ku îro zêdetir ji her demekê pêwîstî bi destekê heye. Divê di warê dîplomtîk de Dewleta Tirk bi hemî awayî bê tengav kirin û ev îmkan îro zêde ne. Serketina Bakur, dibe serketina hemî Kurdistaniyan.
Referandûma li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk hatî, li ser bingeheke hiqûqî, azad û adialane (dadmendî) pêk nehatiye. Li gel hemî zext, gefxwarin û hîleyan jî gelê me yê welatparêz helwesta xwe nîşan da û got na. Em encamên vê referandûmê meşrû nabînin.
Bomberdûmana Şengal û Qereçox, êrîş û tehdîtên dewleta Tirk yên li ser van deveran, qonaxekî nû û metirsiyane derxistiye holê. Pêwîste ev herêm bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşgirtina êrîşên dewleta Tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), plansaziyek taybet hate çêkirin.
Em êrîş û dagirkeriya Dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin û bi her awayî li gel reveberiya Rojava cihê xwe digrin. Êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya serekeye û ji bo ji navbirina van êrîşan karên pêwîst wê bêne kirin. Bi vê ve girêdayî, bi her awayî pêwîste piştevaniya Rojava bê kirin û xebat ji bo nasandina fermî ya Rojava bêne xurt kirin.
Li ser pirsgêrêka Sûrî li bajarên Cenevre û Astana, di navbera rejîma Surî û muxalîfan (rikberiyan) de hevdîtîn nû têne plankirin. Lê rêveberiya Rojava û hêzên Kurdî heta niha nehatine vexwendin. Çi hewladanên vî rengî yên bê Kurdan bêne çêkirin wê sernekevin û Kurd û pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê, wê van encaman nasnekin.
Em daxwaz ji hemî partî, rêxistinên siyasî, medenî û pîşeyî yên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi dilsozî û berpirsane wan qeyranên li Başûr bibînin û wan destketan biparêzin. Herwiha di atmosfereke demokrasî û zelal de arîşeyên navxweyî çareser bikin. Pêwîste rêz ji dem û dezgehên rewa (şer’î) yên îdarî yên herêmê bên girtin û her tişt di bin serweriya qanûnê de derbaz bibin. Herwiha em vekirî dibêjin û dixwazin; pêwîste rojekî zûtir Parlamento kom bibe û hilbijartina serokatiya herêmê bi awayekî demokratik bêne kirin. Astenkkirina kombûnên Parlamentoyê dijê berjewendiyên gelê me ne û her gaveke astenkkirinê em dijê vîna gel dibînîn û şermezar dikin.
Referandûm mafek rewa ye, lê pêwîste pêş referandumê parlamento aktîf bibe, biryara referandûmê li parlamentoyê bê standin û bingeha wê ya qanûnî li parlamentoyê bê danîn.
Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, ji bo desketiyên gelê me tehdîteke mezine. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin.
Komara Îslamî ya Îranê, li ser bi eskerîkirina Rojhilatê Kurdistanê û siyaset şîdet û tirsandin û îdamkirinê her berdewam e. Her wisa wê siyaseta xwe ya bêkarhiştina mirovan û berbilavkirina narkotîkê li Kurdistanê, bi awayeke sîstematîk rêve dibe, em bi tundî vê siyaseta dewleta Îranê şermezar dikin. Em ji hemî partî û rêxistinên siyasî yên Rojhilat daxwaz dikin, zêdetir ji hevnêzbûna aliyan û bi hev re hevkar bin, da ku baştir deng û rewatiya mafên xelkê Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê bigihînin.
Ji bo zulma DAIŞ'ê li ser gelê me yê Êzidî weke Jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîriya keysa Êzîdiyan dikin. Divê hemî hêzên Kurdistanî dijê êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şingalê derkevin û Şingal bê parastin. Divê hewl bê dan ku Şengal bikeve pratîka avedankirinê û koçber bizivirin ser warên xwe. Em daxwaz ji hikûmeta Başûr û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku karên ciddî (rasteqîne) û bi lez ji bo azadkirin û vegerandina hemû girtî û esîrên Êzîdiyan bê kirin û bê encamdan. Divê li Şingalê nasmeya Êzidîtahiyê bê parastin û Gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.
Em piştgiriya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê Suryanî – Asurî – Kildanî diyar dikin. Ew xelqê qedîm ên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, siyasî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber bizivirin ser axa xwe.
Em piştgîrî ya xwe ji bo xebat û tekoşîna tevaya jinên Kurdistanê dubare dikin û bi taybetî ewên li ber çeperên berxwedanê de ne. Ewan jinan wêneyekê herî bilind wêneyek nû ji bo jinên Kurdistanê û Cîhanê kişand. Civîn dîsan hewl û tekoşîna xwe ji bo rizgarkirina jinên kurd yên Êzidî dubare dike û vê meselê di her qadê da dişopîne.
Biryar hate dayîn ku xebateke teybet di asta Ewropa da dijê lîsta terorê bê meşandin. Di bengehê de gelê Kurd mexdûrê terora dewletan e û ji bo ev rastî bê nasandin çêkirina hinek semîner û panelan hate plankirin.
Konferansên navneteweyî yên hatî plankirin ku li ser qirkirin û komkujiyên li Kurdistanê (Dersîm, Zîlan, Helepçe, Mereş) çêbûyîn, li ser rewşa Êzidî û Asurî-Suryanî-Kildaniyan, amadekariyên wan konferansan li ber çav hatin derbazkirin.
Civîn li ser rewşa Kurdên Feylî rawesta, di vê mijarê de civîn piştgiriya xwe careke din dubare dike, plansazî û biryarên Konferansa Kurdên Feylî (27.04.2017 li Parlamenta Ewropa) dipejirîne û dişopîne.
Pêwîste hemî partî û rêxistinên Kurdistanî, li gorî prensîbên demokrasiyê tevbigerin, rêz ji hev re bigrin û di qada dîplomasiyê da xetên sor yên berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin.
Em weke Komîte, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasiyê bikin."