Emniyet di destpêkê de binçav dike, piştre dosyayê amade dike
Derket holê, dosyaya li ser Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê û rêveberên partiyê, ku dema girtina wan a li binê çavan 7 rojan hate dirêjkirin, nehatiye amadekirin.
Derket holê, dosyaya li ser Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê û rêveberên partiyê, ku dema girtina wan a li binê çavan 7 rojan hate dirêjkirin, nehatiye amadekirin.
Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê parêzer Selîn Yildirim ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku ji bo dîtina dosyayê ew çûne cem katîbê dozger, lê bersiva 'Dosya li emniyetê tê amadekirin' ji wan re hatiye dayîn. Yildirim got, "Mirov 15 roj in binçavkirî ne, lê hê dosyayek li ber destê wan nîne. Bi dirêjkirina dema girtina li binê çavan re hewl didin dosyayê amade bikin."
Dema girtina li binê çavan a 10 rêveberên HDP'ê ku Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel jî di nav de ne û piştî çalakiya li Stada Vodafoe Arena ya Beşîktaşê roja 12'ê Kanûnê, hatin binçavkirin, bi 7 rojên din hate dirêjkirin. Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê parêzer Selîn Yildirim da xuyakirin, ku tevî 15 rojên li binê çavan jî ew nizanin bê muwekîlên wan bi kîjan sûcî tên sûcdarkirin û got, "Ev 15 roj in em ne dikarin dozger biînin, ne jî bersivê ji daxwaznameyên xwe yên îtirazê digirin." Yildirim anî ziman, ji 12'ê Kanûnê û vir ve nikarin xwe bigihînin belgeyên li ser biryara binçavkirina muwekîlên xwe.
BERSIVA 'DOSYA LI EMNIYETÊ TÊ AMADEKIRIN'
Yildirim anî ziman, li ser biryara binçavkirinê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ti belge nîşanî wan nedaye û wiah dewam kir: "Me bi hewldanên xwe, xwe gihandin nûmareya lêpirsînê. Dema me ji katîbê dozger re got, em dixwazin dosyayê bibînin, bersiva 'Dosya li Emniyetê tê amadekirin' da me. Ev yek mikurhatin bû. Ev 15 roj in mirov di binê çavan de ne, lê hê dosya li ber destê wan nîne. Bi vî rengî dema binçavkirinê gelek caran dirêj dikin û hewl didin dosyayê amade bikin."
'RÊVEBERÊN HDP'Ê LI CIHÊ DAIŞ'Î LÊ NE, TÊN GIRTIN'
Parêzer Yildirim da xuyakirin, ku mafê hevdîtina wan bi muwekîlan re bi rengekî kêfî tê astengkirin û got, "Weke parêzer dema em bi rojê diçin, bi saetan me disekinînin û dema dibe êvar dibêjin 'dema kar qediya, biçin sibe werin'. Bi vî rengî nahêlin em muwekîlên xwe bibînin." Yildirim bibîr xist, ku erkeke bi vî rengî yê astengkirinê di destê polîsan de nîne û bal kişand ser îşkenceya psîkolojîk a li rêveberên HDP'ê yên binçavkirî tê kirin. Yildirim anî ziman, muwekîlên wan li heman cihê ku kesên ji DAIŞ'ê hatine binçavkirin, tên girtin. Yildirim herî dawî diyar kir, ku dema girtina li binê çavan dibe ku careke din dirêj bikin û got, "Ji gotinên polîsan tê fêhmkirin ku wê binçavkirinê heta 30 rojan bidomînin."