Emmanûel Macron bû serokkomarê nû yê Fransayê

Li Fransayê di hilbijartinên serokkomariyê de Emmanûel Macron bi ser ket.

Li gorî encamên destpêkê yên texmînî ku hatine weşandin Macron, ji dengên hatine dayîn ji sedî 65, 66 stend û di dema Komara 5’emîn a Fransayê de bû serokkomarê 8’emîn. Marine Le Pen a rastgiriya tund jî, ji sedî 34, 35 deng stendiye.


Tevlîbûna hilbijartinê ji saet 17:00'an ve sedî 65,3 bû û li gorî hilbijartinên dema borî rêjeya tevlîbûnê kêm e. Hejmara hilbijêrên ku îro neçûne ser sindoqan ji saet 20'an û pêve tê texmîn kirin ku sedî 25,5 be.


Li gorî encamên ku ne fermî Macron nêzî 20 milyon deng stendiye û Marine Le Pen jî ku di tûra 1’emîn de nêzî 7 milyon deng stendiye û 3,5 milyon dengê nû stendiye.


Marine Le Pen ku binketin piştî encamên hilbijartinê qebûl kir wiha got; "Gelê Fransayê ji bo rewşa heyî berdewam bike deng bikar daye, em ê li ser hilbijartinên giştî bisekînin. Wê partiya min guhertineke ji kokê ve bike û ev jî daxwazeke gelê Fransayê ye."


Le Pen bang li hemû ‘welatparêz’ên li Fransayê kir ku li gel partiya wê cih bigirin.