Emîne Şenyaşar sûcdariyan qebûl nekir û beraeta xwe xwest

Emîne Şenyaşar a bi salan e têkoşîna edaletê didomîne, di her du dozên cuda ên bi îdiaya "heqaretê" lê hatine vekirin de, sûcdariyan qebûl nekir û beraeta xwe xwest.

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar li navçeya Pirsûs a Rihayê ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin. Bi hinceta “Heqaret li Yildiz kiriye”, derheqê Şenyaşar de du dozên cuda hatibûn vekirin. Îro danişîn her du dozan hatin lidarxistin. Piştî diyarkirin nasnameyan parezeran xwestin ku kêmaniyên dosyeyê werin temamkirin. Piştî daxwazê parêzeran dadgehê biryara xwe diyar kir û ji bo kêmaniyên heyî werin temamkirin danişînê taloqî 27’ê Hezîranê kir. 

Danişîna doza duyemîn a ji ber heman sedemê hatiye vekirin jî Di 5’emîn Dadgaha Cezaya Asliyeyê de hat lidarxistin. Di danişînê de Şenyaşar û parêzerên wê amade bûn. Piştî diyarkirina nasnameyên Şenyaşar, mafê axaftinê xwest, sûcdariyan red kir û beraeta xwe xwest. Piştre parêzerê malbatê Hîdayet Enmek destnîşan kir ku Şenyaşar zêdetirî 5 salan têkoşîna edaletê da û got: “Hevjîn û zarokên wê li ber çavên wê hatin qetilkirin. Muwekîla min daxwaza edaletê dike. Di cemaweriya giştî de malbat hate lînçkirin. Muwekîla min bi kurdî axivî lê belê wergervan wekî ku muwekîla min saziyên dewletê reş kiriye wergerê kir. Tiştên hatine gotin bi dilekî şewîtî hatine gotin.”

 Parêzerê malbatê Alî Arslan jî desnîşan kir ku doz di çarçoveya girtînameya polîsan de hate amadekirin û got: “Em dixwazin rewş berfirehtir were lêkolînkirin. Em dixwazin kesên zane û bêalî cd’yan binêrin û girtînameyekê amade bikin. Parêzer Ahmet Taş, Dîcle Aksû û Ahmet Atiş jî xwestin Emîne Şenyaşar beraet bike. 

Piştî navbera hatiye dayîn şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgeh hemû daxwazên parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 22’yê Sibata 2024’an kir. 

Piştre jî ji parêzerên Şenyaşar Ahmet Taş axivî û ji bo parastina li dijî mutalaayê dem xwest. Parêzer Alî Arslan jî xwest daxwazên wan ên di rûniştina din de hatine kirin bên nirxandin û got ku dê piştre parastina xwe bikin. Dadgehê, piştî navberê biryar da û danişîn taloqî 20’ê Kanûnê kir. 

10 DOZ HATIN VEKIRIN

Bi heman sedemên dişibin hev, ji 9’ê Adara 2021’ê ku Nobeta Edaletê dest pê kiribû heta niha derheqê Emîne Şenyaşar de 31 lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van 10 jê veguherîn dozê.