'Emê bi kurdî biaxivin û bi kurdî perwerdeyê bibînin'

'Emê bi kurdî biaxivin û bi kurdî perwerdeyê bibînin'

Bi hezaran kesên ku di pêşengiya BDP'ê û KCD'ê de kom bûn ji bo daxwaza "Perwerdeya bi zimanê dayikê" tevî astengiya polîsan jî meşiyan. Piştî meşê Kişanak di axavtina xwe de got, "Heta em li ser xaka xwe jiyaneke azad û demokratîk ava bikin em ê têbikoşin. Em ê li vir li ser xaka xwe Kurdistan wek kurd bijîn, bi kurdî biaxivin û bi kurdî perwerdeyê bibînin."

Bi hezaran kesên di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê û Rêxistina Amedê ya BDP'ê de hatin gel bi daxwaza "Perwerdeya bi zimanê dayikê" ji Parka Koşuyolu heta Semta Ofîs meşiyan. Beriya meşê bi sedan polîs, TOMA û maşîneyên polîsan li Semta Ofîs û derdora Parka Koşuyolu hatin bicihkirin. Bi hezaran kesên ku piraniya wan jin û zarok bûn ji ber Bîrdariya Mafê Mirovan bi pankartên "Aştiyek mayînde bi azadbûna zimanê kurdî pêkan e", "Li dijî mêtingeriyê parastina ziman peywira me ye", "Nebûye millet hiç kesek bê ziman, nebûye millet qet kesê bê ziman" û hwd. bi gelek pankart û dovîzên têkildarî zimanê kurdî meşiyan. 

Bi destpêkirina meşê re polîsan bi sedema ne "rêya meşê" ye hewl dan meşê asteng bikin. Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut ku nerazîbûn nîşanî polîs da got ku ev "provokasyon"e. Piştî hevdîtinan bi hezaran kes ber bi AZC Plaza ya Semta Ofîs dest bi meşê kirin. Di tevahiya meşê de dirûşmayên "Kurd, kurdî, Kurdistan", "Bê ziman jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" hatin gotin. Di meşê de pankarta zarokan a "Bê ziman jiyan nabe" û dirûşmaya "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" ku berz dikirin pir bal kişandin. Her wiha di meşê de tilîliyên jinan jî ne kêm bûn. Piştî meşa ku li ber AZC Plaza bi dawî bû hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak beşdarî meşê bû. 

Serokê Giştî yê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn ku metna bi kurdî xwend got "Zarokên ku paşeroja gelê xwe ne dema bi zimanê xwe perwerdeyê nebînin paşeroja zarokan û ya wî gelî tarî dibe." Gultekîn anî ziman ku zarokên kurd rastî polîtîkayên asîmîlasyonê tên û sirûda "Andimiz" a dibistanan didin xwendin wek delîla wê ya herî berbiçav e. 

Piştî Gultekîn Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî têkildarî axaftina Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç got, "Bila Bulent Arinç ê dibêje, 'Yên perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin biçin bakurê Iraqê' bê vir. Eger îro derdora me ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, sedema wê gotinên hikûmet, Serokwezîr û Bulent Arinç in."

Kişanak wiha berdewam kir: "Ne hedê tu kesî ye ji kesên mafê perwerdeya bi kurdî dixwazin re bêje, 'Bila biçin bakurê Iraqê.' Ev xak dayikniştîmana qedîm a gelê kurd e. Ji hezarê salan ve ev wiha ye û wiha jî berdewam bike. Heta li ser xaka xwe jiyaneke azad û demokratîk ava bikin em ê têbikoşin. Em ê li vir li ser xaka xwe Kurdistan wek kurd bijîn, bi kurdî biaxivin û bi kurdî perwerdeyê bibînin." 

Kişanak axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: "Kî bixwaze bi zimanê dayikê perwerdeyê bide, zarokên xwe bi zimanê xwe ji paşerojê re amade bike, bila mafê xwe yê herî bingehîn mafê boykotê bi kar bîne. Bi vê têkoşîna demokratîk re em bi hev re li pêşiya vê şaşiyê bisekinin." 

Piştî axaftina Kişanak çalakî bi dawî bû.