‘Em karê xwe dixwazin; em bibiryar in ku li ber xwe bidin’

Li Aydinê çalakiya endamên KESK’ê ya rûniştinê kete roja 40’î de. Serokê Şûbeya Egîtîm-Sen’ê Kadîr Ozdemîr bang li Walitiya Aydinê kir û got, ‘’Dev ji kirinên kêfî biqerin, heta ku em vegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin’.’

Li Aydinê 29 endamên KESK’ê ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ji kar hatin kirin, ji 14’ê Sibatê ve her roj li Meydana Bajêr a Aydinê çalakiya bi navê ‘’em karê xwe dixwazin’’ pêk tînin. Her çendî polîs êrîşê bi ser her çalakiya wan de tînin jî, kedkar biryardar in ku çalakiya xwe bidomînin.

Li hêla dî jî Walitiya Aydinê li ser endamê KESK’ê ‘qedexe’yeke taybet pêk tîne. Meydana ku konê ‘Erê’ lê hatiye danîn, bi rengekî kêfî li kedkaran hatiye girtin.

Kedkarên KESK’ê ji ANF’ê re axivîn..

Serokê Şûbeya Egîtim-Senê ya Aydinê Kadîr Ozdemîr got piştî ku ew ji kar hatine avêtin dest bi berxwedanê kirine, di çalakiya pêşî de ti arîşe ji bo wan çênebûne lê piştre êrîşeke giran bi ser wan de anine, Walîtiya Aydinê li dijî wan kirinên kêfî dike û wiha got: ‘’Divê ev werin dîtin. Li dijî çalakiyên me tim qedexe hene. Bi ya me ev qedexe kêfî ne. Bêyî yek hincetê nîşan bidin çalakiyên me qedexe dikin. Li cihên ku em dixwazin çalakiyê bikin, ji bo ‘erê’ destûrê didin daxuyaniyê bidin. Her wiha ji bo gelek daxuyaniyan destûrê didin. Em ne li dijî vê ne, lê em dibêjin helwesta wan a li dijî me şaş e. Em vê helwesta walî bi ti rengî qebûl nakin.’’

 ‘HETA KU EM VEGERIN SER KARÊ XWE BERXWEDAN WÊ BERDEWAM BIKE’

Kadîr Ozdemîr bi berdewamî bang li Walitiyê kir ku dawî li kirinên kêfî bîne û wiha got: ‘’Em hemû di qadên xwe de serkeftî ne.  Li xweşiya hinan neçûye ku me xwe digihand her kesî, ev teqez e. Heta ku em li karê xwe vegerin em ê berxwedana xwe bikin.’’

 ‘EM DIBÊJIN NA’

Li ser referandûmê jî Ozdemîr got, ‘’ Hişemdiyeke demokratîk qebûl nake ku hemû raye bikevin destê yek kesî. Ne pêkan e ku em vê qebûl bikin. Ji bo vê jî em dibêjin, ‘na’

 ’EM Ê DEV JI VÊ NEQERIN’

Nûnera SES’ê ya Sokeyê Ayşe Acar jî got,’’ Dema em hevalên ku ji kar hatin avêtin hatin cem hev, me biryar da ku em ê dev ji berxwedanê neqrin û li kuçeyan cihê xwe bigirin. Em ê qet dev ji vê neqerin.’’

 ‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN’

Sekreterê Hiqûqê yê Şûbeya Egîtîm Senê ya Aydinê Yucel Karaosmanoglu jî got, ‘’Em nizanin ji bo çi em ji kar hatin avêtin. Ti sûcdarî nîn e. Em ê li dij van kirinan têk neşikin. Çi qasî bi ser me de werin jî em ê li ser xwe bimînin. Em natirsin, em li dij wan in. Em ê têkoşînê bidomînin.’’

Sekreterê Rêxistinê yê Egîtim Senê yê Şûbeya Aydinê Savaş Îlhan jî got: ‘’ Êrîşeke faşîzan bi ser berxwedana me de anîn. Her roj bi êşkencê me binçav dikin. Tenê ku em li ber xwe bidin, têbikoşin em dikarin vegerin ser karê xwe. Em vê baş dizanin. Ev êşkence wê me têk nebin. Heta ku em li karê xwe vegerin em ê têbikoşin. Her kes baş dizane ku armanca vê referandûmê ew e ku hemû hêzê bidin dest kesekî. Ti têkiliya vê bi perwerdehiyê re nîn e. A rast ti eleqeya xalên referandûmê bi daxwaza gel re nîn e. Li vir tenê li armancên kesekî dinerin.’’