'Em ji bo nirxên gerdûnî şer dikin'

'Em ji bo nirxên gerdûnî şer dikin'

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah li Elmanyayê ji rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) axivî û diyar kir ku berxwedana ku li Kobanê li dijî DAIŞ’ê tê dayîn di heman demê de ji bo nirxên gerdûnî tê dayîn û wiha got: “DAIŞ ji bo ku Kobanê bigire, bi propagandaya ‘Em li dijî Amerîkayan şer dikin’ endaman berhev dike.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah di şerê ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê tê dayîn de ji bo piştgiriya peşmergeyan spas dikin û wiha got: “Em daxwaza xwe ya korîdora ewlehiyê ya di bin çavderiya NY’ê de dubare dikin. Her wiha em bang dikin ku êrîşên hewayî yên hêzên Koalîsyonê bidomin.

Ev sê rojên dawî êrîşên DAIŞ’ê zêde bûne. Ev êrîş meheke bênavber didome. Di vê navberê de  beşeke mezin endamên DAIŞ’ê yên li herêmên dûr tên mobîlîzekirin. Bi vî awayî ji bo Kobanê tenê ji Reqa û  bajarên din ên Sûriyeyê ne, di heman demê de ji bajarên Iraqê jî tên şandin. Bi taybet çekên giran û tankan dişînin Kobanê. 

Asya Abullah li ser pirsa êrîşên dawî yên çeteyên DAIŞ’ê axivî û got: “Bi taybet çeteyan êrîşên xwe giran kirine. Bi bombeyên TNT êrîşan pêk tînin û ev êrîş piranî bêbandor tên hiştin. Guleyên hewanê yên tên avêtin beşeke wan li Bakurê Kurdistanê dikeve.

ENCAMÊN LÊKOLÎNÊN DER BARÊ ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ DE HATINE KIRIN TÊN PAYÎN

Hevseroka PYD’ê destnîşan kir ku şeva Duşemê li rojhilatê navenda bajar ya Kobanê li gorî îfadeyên şahidan madeya ku ji Tirkiyeyê hatiye avêtin, hatiye tespîtkirin û tê gotin ku ev dibe ku gaza kîmyewî be. Abdullah da zanîn ku ber vê madeyê 30 kes pirsgirêkên bêhnê, çavan rû bi rû hatine û di bedewan de werimîn çêbûye, hinek ji wan rakirine Pirsûsê. Abdullah got ku dewleta Tirk saet di 09.30’an de destûr dane ku ev derbas bibin.

DIVÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ HER TIM HEBIN

Asya Abdullah di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Êrîşên hewayî gelek girîng in. Lê bi vê têkoşîn nayê qezenckirin. Êrîşên hewayî û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê wê hevdu temam bikin. Lê ger bi hev re bên kirin wê biser bikevin.
Lê di êrîşên Koalîsyonê de ev sê rojên dawî ye kêmbûnek heye. Vê jî derfet da DAIŞ’ê. DAIŞ bi êrîşên hewayî dikare bê qelskirin.

KORÎDOR PÊWÎSTE

Asya Abdullah  der barê piştgiriya pêşmegeryan de jî axivî û wiha got: “Em bi nûçeyên bi vî rengî matmayîn e. Ji ber ku ji yekîneyên pêşmegeyan hê kes bi me re neketiye pêwendiyan. Hê kes nehatiye. Bêguman em ji bo piştgiriya wan spas dikin. Lê em li gel hatine pêşmegeryan, dixwazin ji bo alîkariya mirovahî û çekdarî korîdor bê vekirin. Divê ev korîdor lezgîn û di bin çavderiya NY’ê de bê vekirin.

Abdullah di dawiya axaftina xwe de got: “DAIŞ ji bo Kobanê bigire, li mizgeftên herêmê propagandaya ‘Em li Kobanê li dijî DYA’yê şer dikin’ dike û bi vî awayî şervanên nû berhev dike. Li Kobanê serkeftin di nava alîgirên DAIŞ’ê de wê îmajê bi hêz bike. Di rewşeke wisa de li cihên ku bigirin dest wê propagandaya xwe bikin. Şerê ku Kurd li dijî DAIŞ’ê dimeşînin ji bo hemû nirxên gerdûnî ye. Xetereya li dijî Kobanê hê nehatiye beralîkirin. DAIŞ ji bo bajar bigire dest zêdetir hêzê xerc dike.”