'Em êrîşa faşîst a li hember OHD'ê şermezar dikin'

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya, êrîşa faşîst a li hember Hevseroka Şaxa Stenbolê ya OHD parêzer Banu Guveren û Hevserokê TOHAV’ê parêzer Cemîl Adiyaman ya piştî rûniştina dozekê şermezar kir.

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya, êrîşa faşîst a li hember Hevseroka Şaxa Stenbolê ya OHD parêzer Banu Guveren û Hevserokê TOHAV’ê parêzer Cemîl Adiyaman ya piştî rûniştina dozekê şermezar kir.

20’ê Nîsanê piştî rûniştina dozekê ya li Edliyeya Bakirkoy Hevseroka Şaxa Stenbolê ya OHD parêzer Banu Guveren û Hevserokê TOHAV’ê parêzer Cemîl Adiyaman rastî êrîşa komeke ulkucî-faşîst hatin.  Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê têkildarî êrîşa bi plan û organîzekirî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'PARÊZERÊN AKP HEDEF NÎŞAN DANE DI TEHLÛKEYÊ DE NE’

Di daxuyaniyê de hat gotin "31.03.2015 piştî komkujiya li Edliyeya Çaglayan, ji bo di çapemenî û raya giştî de failên rastî neyên dîtin, parêzerên parastinan kirine hedefa aşkera û hatiye xwestin ku ‘berpirsyartiya komkujiyê’ biavêjin ser parêzeran.” Hat diyarkirin ku êrîşa li hember Guveren û Adiyaman nîşan daye ku parêzerên AKP’ê hedef nîşan dane bi tehlûkeyê re rû bi rû ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin êrîşa li hember OHD’ê ya komeleyeke azadîxwaz, welatparêz û parastina gelê Kurd jidil digire ser xwe nîşan dide ku hedefa esasî gelê Kurd û parêzerê parastina gelê Kurd dikin, bêparastin hiştina gelê Kurd e.”

'EM Ê WEK PARÊZERÊN TÊKOŞÎNA BI RÛMET DEWAM BIKIN'

Di daxuyaniyê de herî dawî wiha hat gotin, "Hikûmeta AKP’ê û taşeronên wê yên di nav gumana pirsgirêka Kurd heye-tineye de ne, divê vê zanibin ku em parêzerên dilxwaz ên gelê Kurd ku em pêkanînên dewleta kontra ya kûr a demên buhrî, zext, şîdet û girtinan pir baş dizanin em ê li hember van êrîşan ti carî serî netewînin, û em ê wek parêzvanên têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd dewam bikin.

Em vê êrîşa faşîst a li hember hempîşe û rêhevalên me bi tundî şermezar dikin, em bi rêz û hurmet ji raya giştî re radigîhinin ku em ê timî têkoşîna xwe mezin bikin.”