'Em ê we bi eybên we re rû bi rû bihêlin'

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteya 525'an de kolandina gora komî ya li Dêrsimê ya têkildarî komkujiyê de pêk hatî bibîr xistin û gotin: "Hûn bi eybên xwe re rû bi rû neyên em ê we bi eybên we re rû bi rû bihêlin."

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteya 525'an de kolandina gora komî ya li Dêrsimê ya têkildarî komkujiyê de pêk hatî bibîr xistin û gotin: "We ev welat kirin goristana bêkesan. 77 salî jî derbas bibin em ê li vir bin, hûn bi eybên xwe re rû bi rû neyên em ê we bi eybên we re rû bi rû bihêlin."

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê ji bo aqubeta windayan bipirsin careke din li Qada Galatasarayê hatin cem hev û çalakiya xwe ya hefteya 525'an lidar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin û pankarta "Kiryar diyar in winda li ku ne?" vekirin. Di çalakiyê de aqubeta Zekî Altinbaş ê ku di 18'ê Nîsana 1981'an de di bin çavan de hate windakirin hat pirsîn. Di çalakiyê de ewil kurê Abdullah Canan Tayyîp Canan axivî û diyar kir ku êdî ew aştiyê dixwazin. Canan anî ziman ku demborî li hemberî wan darbeyekî mezin e û ji bo aştiyekî bi rûmet pêk bê divê dosyayên li ber demboriyê ne, bên vekirin.

'77 SAL DERBAS BIBIN JÎ....'

Dayika Murat Yildiz Hanîfe Yildiz jî diyar kir ku 20 sal in aqubeta xizmên xwe dipirsin û balkişand ser kolandina li Dêrsimê û got: "77 sala derbas bûn. Neviyên kesên li Dêrsimê di kadînê de hatin şewitandin piştî 77 salan jî dest ji xizmên xwe bernedan. We ev welat veguherandin goristana bêkesan, lê xilas nebûn û xilas nabin. 77 salî jî derbas bibin em ê li vir bin, hûn bi eybên xwe re rû bi rû neyên em ê we bi eybên we re rû bi rû bihêlin."

'YÊN DI BINÊ ÇAVAN DE HATINE WINDAKIRIN NIRXÊN ME NE'

Birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî balkişand ser dozên Lice û Kerboranê yên cînayetên kiryar nediyar û diyar kir ku kiryar ji aliyê dewletê ve tên parastin. Ocak balkişand ser hilbijartinên nêz dibin û got: "Beyannameyên hilbijartinê û sozên didin aşkera dibin. Di serî de partiya desthilatdar di ti partiyan de ji bo windayên me bibînin pêşniyarên çareseriyê nîşan nedan."

Li ser navê malbata Altunbaş Bahtiyar Tîryakî axîvî jî diyar kir ku Zekî Altunbaş ji bo ti kes nemire têkoşîn da û di bin çavan de hate windakirin û got: "Em dizanin ku yên di bin çavan de hatin windakirin winda nîn in, nirxên me yên hatin windakirin in."

Daxuyaniya hefteyê Îpek Karahan xwend. Karahan diyar kir ku Zekî Altunbaş dema Zanîngeha Enqere dixwend dest ji dibistanê berda û li Yalovayê bi cih bû, li vir di nava sazumankarên Komeleya Yekîtiya Ciwanên Sosyalîst de cih girt, di darbeya 12'ê Îlonê de hate binçavkirin û pişt re ji bo leşkeriyê şandin Çanakkaleyê. Karahan anî ziman ku di operayona li Yalovayê de hin kesên hatin binçavkirin navê wî da û Altunbaş di 18'ê Nîsana 1981'an de li Çanakaleyê hate binçavkirin, anîn Yalovayê û got: "Di 25'ê Nîsana 1981'an de bi hinceta dozeke wî heye ji Qişleya Selîmiyeyê birin dadgehê. Di vegerê de di navbera du polîs û du leşkeran de destên wî bi kelepçî winda bû."

Karahan xwest aqubeta Altunbaş bê aşkerakirin û kiryar bên darizandin.