‘Em ê berxwedana Leyla Guven geş bikin’

HDP û Meclîsa Jinan a Bajêr a HDK’ê girtina Leyla Guven protesto kirin û peyam dan ku wê berxwedanê geştir bikin.

HDP û Meclîsa Jinan a Bajêr a HDK’ê ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven aku 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû û piştre hatibû girtin, li avahiya rêxistina bajêr a HDP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist.

‘EV BIRYAR LI DIJÎ ME HEMÛYAN E’

Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîlîoglû got ku, “Bi vê biryara di şexsê Leyla Guven de hatiye dayîn tê xwestin ku çavê gelê Kurd, jinan û mûxalefeta civakî bitirsînin. Em vê biryarê nas nakin. Li vî welatî gelek desthilatdar çûn lê em li vir in. Heta ku polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibe wê têkoşîna me bidome.”

PEYAMA ‘EM Ê BERXWEDANÊ BIDOMÎNIN’

Endama Jinên Demokrat a Nû Denîz Akbiyik jî diyar kir ku girtina Leyla Guven ne dûrî êrîşên li ser jinan e û got, “Em li derve Leyla jî wê li hundir têbikoşe.Em ê têkoşîna jinan geş bikin.”

Jinan piştî civînê kartên sersalên yên ji bo piştgiriyê bişînin çûn PTT’ya Yenîşehîrê.