Em dev ji vê qetilkirinê bernadin!

Li Enqerê tevî astengiyên polîsan jî Hrant Dînk hate bibîranîn. Sancar di aktivîteyê de axivî û got: Em dev ji vê qetlîamê bernadin. Ji bo hesabê hemû qetilkirin û qirkirinan, em ê têkoşînê bidomînin."

Însyatîfa Bîranîna Hrant Dînk a Enqereyê di 10'emîn qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agost Hrant Dînk xwest ku li ser rêya Yuksel çalakiyek li dar bixin, lê polîsan xwest ku asteng bike. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Gel a Komarê (CHP) û gelek sazî, dezgeh, endamên sendîkeyan û rêveber beşdarî bîranînê bûn. Polîsan rê neda ku daxuyanî bê dayîn û xwstin girseyê belav bikin. Girseya ku kom bibûn deqeyek rêz girt. Di bîranînê de pankarta bi nivîsa "Qêrîna ku ji Anadolûyê bilind bibû, em hemû Ermenî ne, em hemû Hrant Dînk in" hate vekirin, her wiha wêneyên Dînk hatin bilindkirin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya çapmeniyê li Yekîtiya Mulkiyetê hate dayîn.

Di çalakiyê de li gel Parlementerê HDP'ê Muslûm Dogan û Mîthat Sancar, parlementerên CHP'ê Selîna Dogan û Şenal Sarihan bi sedan kes beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Hewldanan Azadiya Fikir ê Enqereyê Mahmût Konak ve hate xwendin.

SANCAR: EM DEV JI VÊ DOZÊ BERNADIN

Parlementerê HDP'ê Mîthat Sancar diyar kir ku heta hesabê qirkirin, qetlîam û gorên milyonan miriyên nediyar neyê xwestin, li ser rûyê vê xakê ti kes nikare asayî jiyan bike. Sancar wiha got: "Em ê heta dawî li pey hesabê êşkence, zilm û qirkirinan biçin. Dirûşma me "Em rê nadin ti qetlîam din" Dema ku em ketin pey vî hesabî ji bo carekî din nebe, di wê baweriyê de ne ku mercên siyasî û civakî bidin avakirin.

Sancar destnîşan kir ku di qetlîama Hrant Dînk de xwe digihîne qirkirina 1915'an û wiha pê de çû:

"Her cara ku me got carekî din nabe, nîjatperestî kirin, êrîşên qirkirinê kirin û bi rêbazên qirkirina 1915'an dîsa xistin dewreyê û van polîtîkayan zindî dike. Her dema ku em dixwazin hesab ji wan bipirsin, ew bi rêbazên qirkirnên 1915'an dîsa nû dikin û bi ser gel de tên. 

Weke qetilkirina Tahîr Elçî ti desthilatdariyê ev qetilkirin rûnî nekir. Heta ku ev hişmendiya dewletê dewam bike wê gelek qetlîamên nû pêk were. Heta dawiyê ji bo ronîkirina hemû qetlîam û qirkirina em ê têkoşînê bikin.