'Em bibin dengê berxwedana dayikan'

Ji malbatên berxwedêrên li Strasbourgê Dayika Qadriye û Gulê Koç bal kişandin ser berxwedana dayikên girtî û xwest, dengê li dijî tecrîdê hîn xurt be.

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, 140 roj in didome. Êdî metirsiya pirsgirêkên giran û mayinde yên tenduristiyê li ser çalakgeran heye. Çalakger dibêjin, berxwedana bêhempa ya dayikên girtiyan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê hêzê dide wan.

Bang tê kirin ku dengê dayikan bê geşkirin.

'NE EM BÊ ZAROKÊN XWE DIBIN, NE JÎ EW BÊ RÊBERÊ XWE DIBIN'

Yek ji 14 berxwedêrên li Strasbourgê Ramazan Îmîr e. Dayika Îmîr Qadriye bang kir ku dayikên girtiyan ên ji bo xwedîderketina li zarokên xwe li ber xwe didin, bi tenê neyên hiştin. Dayika Qadriye destnîşan dike ku divê piştgirî ne tenê bi Kurdên li Ewropayê bimîne û diyar kir, berxwedana dema bi hev re hate kirin hingî bi ser dikeve.

Dayika Qadriye got, "Heta ku em heb in em ê li ber xwe bidin" û anî ziman, ew serbilind e ji ber ku dayika berxwedêrekî ye. Dayika Qadriye got, "Ne em bê zarokên xwe dibin, ne jî zarokên me bê Rêberê xwe dibin" û diyar kir, berxwedêr teqez wê bi ser bikevin.

'BI RÛNIŞTINA LI MALÊ EM NIKARIN BI SER BIKEVIN'

Hevsera Yuksel Koç Gulê Koç jî got, "Em çiqasî karibin dengê xwe bilind bikin, em ê ewqasî jî bi ser bikevin." Koç anî ziman, li Strasbourgê 14 çalakger hene, lê belê xwedî 'yek îradeyê ne' û ragihand, gelê Kurd dema ku dengê xwe bilind kir wê bi ser bikeve.

Gulê Koç bal kişand ser girîngiya tevlîbûna çalakiyên li dora berxwedêran û got, "Bi rûniştina li mala xwe em nikarin bi ser bikevin." Koç welatên Ewropayê rexne kir û da xuyakirin, demokrasiyê tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe de diparêzin.

Berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê 17'ê Kanûna 2018'an dest bi çalakiya xwe kiribûn. Navê berxwedêran: Gulîstan Îke, Nûrgul Başaran, Dîlek Ocalan, Mûstafa Sarikaya, Yuksel Koçl, Mehmet Nîmet Sevîm, Denîz Surgut, Agît Ûral, Mohamed Ghaderî, Ekrem Yapici, Ayvaz Ece, Kerem Solhan û Kardo Bokanî.