Elem Hûlî, Kemanger, Wekîlî û Heyderiyan dê li Belçîkayê bên bîranîn
Elem Hûlî, Kemanger, Wekîlî û Heyderiyan dê li Belçîkayê bên bîranîn
Elem Hûlî, Kemanger, Wekîlî û Heyderiyan dê li Belçîkayê bên bîranîn
Girtiyên Kurd ên siyasî Elem Hulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan li girtîgeha Êwîn a Tehranê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûn îdamkirin, dê li Brukselê bi merasimekê bê bîranîn.
Merasima bîranînê dê 11’ê gulanê ji aliyê Partiya Jiyana Azad (PJAK) ve bê lidarxistin. Komîteya amadekar got: “Bi minasibeta çaremîn salvegera îdama şehîd Şîrîn Elem Hulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan li girtîgeha Êwîn a Tehranê bi destê Komara Îslamiya Îranê û ji bo şermezarkirina siyasetên qirêj yên Komara Îslamî li hember gelê Kurd, roja şemi 11ê Gulanê wê mîtîngek bê li darxistin.
Merasima bîranînê 11ê Gulana 2013, demjimêr 14:00 de li navnîşana “Belgium _Robert Schumanplein, 1000 Brussel” bê lidarxistin.
Hêjayê gotinê ye ku Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007’an de yekemîn milîtanê PJAK’ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê Berfanbara 2010’an de Fesîh Yasemînî, roja 9’ê Gulana 2010’an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan hat îdamkirin.
Piştî Huseyin Xizrî jî di çileya 2011 de bi awayeke veşarî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû dardekirin. Piştî Xizirî, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27’ê Çile li girtîgeha Urmiyeyê hat bidardekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007’an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 10an.
TEVÎ ARWEND 24 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ LI BER SÊDARÊ NE
24 girtiyên Kurd ên siyasî niha li ber sêdarê ne û dibe di her carekê de bên dardekirin: Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijawi, Îbrajim Îsapur, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî û Mensûr Arwend.