El Qaîdeyê li Yemenê êrîş kir: 56 leşker û polîs mirin
El Qaîdeyê li Yemenê êrîş kir: 56 leşker û polîs mirin
El Qaîdeyê li Yemenê êrîş kir: 56 leşker û polîs mirin
Li başûrê Yemenê, di encama êrîşên hevdem ên El Qaîdeyê yên li dijî navendên polîs û leşkeran de, herî kêm 56 leşker û polîs mirin.
Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Yemenê, li herêma Şabya ya li başûrê welêt, kampeke yekîneyên hêzên taybet, bûye hedefa êrîşê. Hat ragihandin ku di heman demê de li dijî du baregehên leşkerî yên 15 kîlometre dûrî vê derê, çekdaran êrîş kirin. Li gorî agahiyan di encama van êrîşan de herî kêm 56 leşker û polîs mirine.
Hat ragihandin ku di êrîşa li dijî baregehên leşkerî ya herêma El Nûşeyba de jî gelek leşker birîndar bûne.
Çavkaniyên leşkerî El Qaîdeyê ji van êrîşan berpirsyar digirin. Baskê El Qaîdeyê yê li Nîvgirava Ereb, weke lingê herî xurt ê vê rêxistinê tê nirxandin.