El Qaîde Azzaz xist destê xwe, pevçûnên bi YPG'ê re dewam dikin
El Qaîde Azzaz xist destê xwe, pevçûnên bi YPG'ê re dewam dikin
El Qaîde Azzaz xist destê xwe, pevçûnên bi YPG'ê re dewam dikin
Komên ser bi El Qaîdeyê, piştî pevçûnên bi Artêşa Azad a Sûriyê re bajarê Azzaz ê Sûriyê xistin destê xwe û êrîşî nuqteya YPG'ê yal i girê Kastel Cîndo kirin.
Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, koma Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ya ser bi El Qaîdeyê temamiya bajarê Azzazê bi dest xist û êrîş bir ser nuqteya kontrolê ya li Kastel Cîndo. Hat ragihandin ku li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin û li gorî agahiyên destpêkê 4 endamên El Qaîdeyê ji aliyê hêzên YPG'ê ve hatine kuştin. Pevçûn dewam dikin.
Li herêma Azzaz a herêma Sûriyê pevçûnên navbera Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê û Artêşa Azad a Sûriyê de, ku di demên dawî de rawestiyabûn, îro danê sibê ji nû ve destpê kirin.
Ji ber ku pevçûn nêzî herêmên Kurdan bûbûn, hêzên YPG'ê girê Kastel Cîndo bi dest xistibû. YPG'ê her weha çeperên xwe yên li girên stratejîkên ên ji Kastel Cîndo heta navçeya Efrîn Cindirêsê û gundê Meremîne yê li herêma Atma ya Îdlibê, li dijî êrîşên gengaz, di ber çavan re derbas kiribû.
Di 24'ê Îlonê de Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bi topên hewanê û çekên giran êrîşî çeperên YPG'ê yên di navbera navçeya Efrîn û bajarê Atma yê li herêma Îdlîbê kiribû. Li gorî çavkaniyên YPG'ê di pevçûnên navbera 24'ê Îlon û 1'ê Cotmehê de zêdeyî 100 endamên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hatin kuştin. Di nava van de Fermandarê Giştî yê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê El Şîşanî û Emîrê heman komê Abdûlkerîm El Îmaratî jî hene.