Ehrenberg: Aliyê Kurdan jidiliya xwe nîşan da

Ehrenberg: Aliyê Kurdan jidiliya xwe nîşan da

Dengvedana biryara “paşvekişandina hêzên gerîlayan ji nava sînorên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê” li cîhanê berdewam dike. Endamê Meclîsa Federal a Alman ê FDP’ê Hans-Werner Ehrenberg diyar kir ku li gel biryara dawî aliyê Kurdan ji bo muzakereyan jidiliya xwe bi awayeke baş nîşan daye. Dialog-Kreises jî ji hukûmeta Almna pirsa “Hûn ê kengî bi awayeke çalak di pêvajoyê de cih bigirin?” pirsî.

Parlementerê Partiya Demokratên Azad (FDP) a ku hevkara biçûk a hukûmetê ye û di heman demê de endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclîsa Federal Hans-Werner Ehrenbegr, derbarê biryara “paşvekişandina gerîlayan” a KCK’ê de daxuyaniyeke nivîskî da diyar kir ku vê yekê ne tenê feyde daye normalbûna herêmê, di heman demê de jidilî û pêbaweriya aliyê Kurdan a ji bo aşitiyê jî nîşan daye. Daxuyaniya parlementerê Alman wiha ye:
“Êdî dem hatiye ku Tirkiye bi nunerên Kurdan re li ser maseyê muzakereyan rûne. Ji ber vê jî divê aliyê Alman jî navbeykariyê ji bo vê pêvajoya dîrokî bike. Piştî ku paşvekişîn bi awayeke serkeftî pêk hat, divê hukûmet jî pêngavan biavêje. “

PKK DÊ KENGÎ JI LÎSTEYÊ DERBIKEVE?

Saziya civakî ya  “Dialog-Kresises” a ku navenda wê li Kolnê ye, bal kişand ku KCK’ê ji bo pêvajoya aşitî û çareseriyê biryareke dîrokî daye û bang li Yekitiya Ewropa û Almanyayê kir. Koordînatorê saziyê Prof. Dr. Andreas Buro û rêveberê giştî Memo Şahîn li ser navê saziyê bang li hukûmeta Alman û YE’yê kirin û pirsên “Hûn ê kengî PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst derbixin? Hûn ê kengî di pêvajoya aşitiyê de rol bigirin?” pirsîn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hukûmeta Alman piştgirî daye pêvajoya çareserî û aşitiyê, lê  heta niha pêngaveke şênber neavêtiye û got: “Divê êdî Alman dest ji şopandina saziyên nêzî PKK’ê berde, dawî li şandina penaberên Kurd bo Tirkiyeyê berde. Em vê bangê ne tenê li hukûmetê, em li hemû partiyan dikin.”