'Eger tedawîkirin bi têrkerî nebe, wê pirsgirêkên giran rû bidin'

Rêvebera ÎHD'ê Nûray Çevîrmen bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê û diyar kir, eger çalakgerên greva birçîbûnê bi têrkerî neyên dermankirin dibe ku pirsgirêkên mezin rû bidin.

Piştî ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi dawî bû, zêdebûna binpêkirina mafên mirovan ên li ser tedawiya girtiyan ketin rojevê. Gelek girtiyên ku rewşa wan a tenduristiyê giran e bi derengî rakirin nexweşxaneyê, hinek ji wan ji ber ku mûayenekirina bi kelepçeyan qebûl nekirine bêyî bên dermankirin vegerandin girtîgehan. Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen binpêkirina mafê mirovan ên li dijî girtiyan nirxand.

Çevîrmen bi bîr xist, bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê û piştî ku grev bi dawî bû nexweşxaneyan û girtîgehan bi rengekî çêker nêzî vê mijarê nebûn.

Çevîrmen diyar kir, gelek girtî bi rengekî kelepçekirî birin nexweşxaneyan û got, rewşa tenduristiyê ya girtiyên demeke dirêj di greva birçîbûnê de man nebaş e.

Çevîrmen got, vegerandina çalakgeran bêyî dermankirinê li girtîgehan wê dema bê rê li ber pirsgirêkên mezin veke û diyar kir, "Em, ÎHD ji destpêka grevên birçîbûnê û vir ve li ser binpêkirina mafên mirovan û çavdêriyên xwe me raporên xwe eşkere kir. Piştî ku greva birçîbûnê bi dawî bû, em ji bo tespîtkirina binpêkirina mafên mirovan dixebitin. Ji bo bicihhatina mafê tedawîkirinê Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê dixebite û em jî di nava koordînasyonê de bi hev re dixebitin. Me maseyeke krîzê ava kir ku hiqûqnas, kedkarên tenduristiyê û parêzvanên mafên mirovan di nav de hene. Bi rêya vê yekê em mudaxeleyên pêwîst dikin."