Eger perwerdeya bi zimanê dayikê nebe çareserî jî nîne!
Eger perwerdeya bi zimanê dayikê nebe çareserî jî nîne!
Eger perwerdeya bi zimanê dayikê nebe çareserî jî nîne!
Meclîsa Stenbolê ya HDK’ê, Rêxistina Stenbolê ya HDP û DBP’ê û Enstîtuya Kurd a Stenbolê morkirina dibistana seretayî ya Ferzad Kemanger a li Rezana Amedê şermezar kirin. Di çalakiyê de hat gotin ku wê destûr nedin polîtikayên asîmîlasyon û înkarê yên li hemberî zimanê Kurdî. Parlamentera Amed a HDP’ê Nursel Aydogan hişyariya “Heta pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê neyê çareserkirin wê pirsgirêka Kurd çareser nebe” da hikûmetê.
Endamên HDP û DBP’ê yên li Qada Galatasaray hatin gel hev zexta dewletê ya li hember perwerdeya bi zimanê dayikê şermezar kirin û diyar kirin ku wê ti astengî nikaribe pêşiya mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bigire. Di çalakiya ku Çerkez jî bi alên xwe tevlî bûn, Parlamentera Amedê ya HDP’ê Nursel Aydogan, Serokê Enstîtuya Kurd Samî Tan, Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Eruhlah Bîngul, Hevserokê Bajêr ê Stenbolê Şamîl Altan di meşê de amade bûn. Parkartên “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafe ke nikare bê astengkirin”, “Zimanê me hebûna me ye” hatin vekirin.
Di çalakiyê de axaftina yekemin ji aliyê Serokê Enstîtuya Kurd Samî Tan ve hat kirin.
DIVÊ DEWLET FERASETA YEK ZIMANÎ BITERIKÎNE!
Tan dibin dirûşmayên, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Perwerdeya bi zimanê dayikê nikare bê astengkirin”, “Bêdeng nemine qîr bike, zimanê dayikê mafek e” dest bi axaftina xwe kir. Tan bibîr xist ku bi milyonan zarok bi salane bi zimanekî ku nikare xwe pê îfade bike û jê fêm nake dest bi perwerdeyê dike û diyar kir ku niha li Amed, Cizîr û Geverê dibistanên Kurdî hatine vekirin, lê belê dewleta ku ew hezm nekirine careke din êrîş kiriye. Tan got ku êrîş çi dibin bila bibin ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê wê heta dawiyê têbikoşin.
Piştî Samî Tan Parlamentera Amedê DBP’ê Nursel Aydogan mafê axaftinê girt. Aydogan morkirina Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Rezana Amedê wê perwerdeya Kurdî têde bê dayîn şermezar kir. Aydogan got: “Eger di mijara pirsgirêka Kurd de behsa çareseriyê tê kirin divê destpêkê pêşiya perwerdeya bi bi zimanê dayikê bê vekirin.” Aydogan got ku heta pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê neyê vekirin wê pêvajo jî negihêjê çareseriyê. Aydogan a hikûmeta AKP’ê hişyar kir wiha axivî: “Guh bidin dengê gelê Kurd, bertekên wan ên demokratîk li ber çavan bigirin. Berevajî vê wê gelê gelê Kurd li metropolan dest bi berxwedanê bike.