Efrînî got 'OSO talanker e', Haberturk 'OSO' kir YPG

Televîzyona Haberturkê di bernameyeke taybet de, roportaja bi gelê Efrînê bi rêya wergerê manîpule kir. Di roportajê de kesekî ji Efrînê dibêje ‘OSO bajarê me talan kir’ lê wergêr talana OSO’yê dixe stûyê YPG’ê.

Li gorî nûçeya Bîanetê roportaja Veyîs Ateş a ku li Çobanbeyê bi Efrîniyan re kiriye, di weşana Haberturk Tv de hate manîpulekirin. Dîmen li ser malpera fermî ya yoûtûbeyê ya Haberturk Tv’yê heye.

Manîpulasyona di bernameya 27’ê Adarê de ji aliyê bikarhênerên medyaya civakî hate ferqkirin û belavkirin. 

Di deqîqeya 34:10 a bernameyê de kesekî ji Efrînê qala talana OSO’yê dike lê wergerê ku êlegê AFAD’ê li xwe kiriye, diyar dike YPG’ê ev talan kiriye.

Piştî deqîqeya 34:10 roportaj wisa ye:

Veyîs Ateş:  Em ê ji gelê Efrînê bipirsin yên ku li vê derê dijîn, bê ka ferq di navbera du hefteyan û îro heye yan na. Çi bû û çi pêk hat?

Kesê ji Efrînê: Ehlê Efrînê em dixwazin, mezahir muselliha (hêzên çekdar) di Efrînê de tine be. Ceyşîl Hûrr ne Ceyşîl Hûrr e (Artêşa Azad ne artêşeke azad e). Diz in. Mixerrebî ne, îrhab in. Malên me birin. Jinên me birin... Şeva çû, sê qîzik xera kirin. Emrê wan deh û pênc salî bû...

Wergêr jî bi vî awayî manîpule dike û dibêje:  Em li vê derê naxwazin ku kesên ne ji Efrînê, li nava Efrînê bin. YPG ne rêxistineke aîdî vê derê ye, YPG piştre hatin vê derê. Mal û milkên me talan kirin, çav berdan namûsa me û em wan li vê derê naxwazin. Ew ne xwediyên rastîn ên vê derê ne.