Yek ji saziyên çapemeniyê ku ji aliyê AKP'ê ve bi biryarnameyê hatin girtin, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ye. Di çarçoveya biryarnameyê de wê mohr li deriyê buroyan bê xistin û malên wê bên desteserkirin.
Xebatên ajansê yên li buroya Stenbolê ji aliyekî ve karê xwe dikinj, lia liyê din jî li benda kêliya ku buro were mohrkirin disekinin.
Edîtorê buroya Stenbolê ya DÎHA'yê Yasîn Kobûlan biryar nirxand û diyar kir, ku ew ji ber biryarê matmayî neman e. Kobûlan got, "Bi taybetî, piştî destpêkirina şer di 24'ê Tîrmeha îsal de, êrîşên giran li ajansa me hatin kirin."
'AKP NAXWAZE DENGEKÎ CUDA BÊ BIHÎSTIN'
Kobûlan bibîr xist, ku malpera wan a înternetê 48 caran ji aliyê saziyên dewletê ve hat sekinandin û got, "Girtin û binçavkirina nûçegihanên me dewam kirin. Li gelek cihan, lînc li nûçegihanên me hat kirin. 9 hevalên me hatin girtin. Sedemeke tenê ya vê hebû: AKP, dewlet naxwaze dengekî cuda bê bihîstin. Naxwaze berxwedana xwerêveberiyê, Roboskî were bihîstin. Ji ber ku nedixwestin dengê berxwedana Gezî, dengê Elewiyan û karkeran bê bihîstin, zexteke giran li me kirin. Ev ji bo me nebû surprîz."
Kobûlan bibîr xist, ku Ozgur Gundem, Gun TV, Zarok TV, IMC TV, TV 10 hatine girtin û got, "Ya ku îro bi serê DÎHA'yê hat, dewama vê polîtîkaya şer e."
'EM Ê RÊ Û RÊBAZEKÊ BIBÎNIN, EM Ê RASTIYAN RAGIHÎNIN'
Edîtorê DÎHA'yê Kobûlan got, "Me ti carî negot, 'karê me qediya'" û wiha dewam kir: "Di dema serdegirtinên 2004, 2009'an de me negot 'karê me qediya'. Dewlet jî baş bi vê zanin. Hemû jî di dema desthilatdariya AKP'ê de rû dan. Em ê bêdeng nemînin, em ê nesekinin, herî zêde AKP bi vê zane. Em ê rê û rêbazekê bibînin û rastiyan, dengê bindestan ragihînin. Em ê polîtîkaya şer a dewletê, qîrîna aştiyê ya gelan ji gelên Tirkiyeyê û cîhanê re ragihînin."