Edaleta ji bo Mehmet Agar!
Edaleta ji bo Mehmet Agar!
Edaleta ji bo Mehmet Agar!
Di girtîgehên dewleta Tirk de 50 girtiyên nexweş di nava çar dîwaran de li benda mirinê ne. Yek ji van nexweşan girtiyê bi navê Îrfan Eskîbag ê ku di girtîgeha Tîpa F ya Sîncanî ya bi Jimare 2 de bi nexweşiya penceşêra pankreasê ketiye. Bijîşk diyar dikin ku divê Eskîbag “bi awayeke lezgîn serbest bê berdan”. Lê heta niha jî di girtîgehê de ye.
Girtiyê nexweş êbi navê Îrfan Eskîbag ê ku di girtîgeha Tîpa F ya Sîcan a bi Jimare 2 de ye, rewşa tenduristiya wî gihiştiye asteke krîtîk. Eskîbag ku berê li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê bû, ji dermankirinê ew sala 2011 veguhestin Enqereyê. Eskîbag ku di girtîgeha Sîcanê hate bicihkirin, ji bo dermankirinê diçû Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê û li wir hate diyarkirin ku ew bi nexweşiya penceşêra pankreasê ketiye. Piştî emeliyatê, tedawiyên tîrêj û kemoterapî hatin pêkanîn.
Eskîbagê 41 salî ku 10 sal in di girtîgehê de ye, êdî hate rewşeke wisa, bijîşkan got ‘tiştek em bikin nemaye’. Li gorî agahiyên rayedarên nunertiya Enqereyê ya TUHAD-FEDê dane, hefteya borî Eskîboga rakirin nexweşxaneyê û 3 rojan di beşa lezgîn de ma. Her çendî bijîşkan rapora “divê ji girtîgehê bê derxistin” dabin jî, lê heta niha di girtîgehê de rê ragirtin. Raporên Eskîboga ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hateşandin, lê heta niha bersiv nehatiye.
Rêveberên TUHAD-FEDê diyar kir ku ji ber şert û mercên nexweşxaneya ku Eskîbag lê dima pir xirab bûn, lewra gotiye “Ez êdî naxwazim biçim nexweşxaneyê” û ji parêzeran xwestiye daxwaznameyek derbarêmijarêd e bidin. Her çendî bijîşkan rapora “divê Eskîbag tavilê serbest bê berdan” lê ji ber hincetên burokratîk heta niha nehatiye berdan.
DIVÊ PÊVAJOYA TIBA EDLÎ LEZGÎN BIBE
Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Çewlikê Îdrîs Baluken roja 1’ê Gulanê ji bo Eskîbag çû serdana girtîgehê û got: “Me bi Wezareta Dadê re hevdîtin kir. Me got ku pêvajoya saziya tiba edlîhatiye destpêkirin. Ji ber dirêjkirina vê pêvajoyê, gelek hevalên girtî yên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Me xwest lez bidin pêvajoya tiba edlî. Di vê pêvajoyê de divê li nexweşxaneyê bimîne û kesek pêre bimîne û hemû pêwîstiyê wî bên pêşwazîkirin. Wezaretê diyar kir ku ew ê li ser vê yekê bixebitin. “
LI GEL HEWLDANAN NEHIŞTIN EM HEV BIBÎNIN
Baluken da zanîn ku ew çûye kampusa nexweşxaneya Eskîbag lê dima û got: “Li gel hemû hewldanên me nehiştin em hev bibînin. Min got ez jî bijîşk im û dixwazim bibînim. Rewşa nexweş bi awayeke giştî pir giran e.” Baluken da zanîn ku pêwîstiya wî bi desteka derûnî û moralê heye û got ku lê nexweşxaneya Sîncanê para xwe ji vê yekê wernegirtiye.
WEZÎRÊ DADÊ DIZANE SAMET ÇELÎK HATIYE BERDAN!
Baluken da zanîn ku wana beriya pênç rojan bi Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn re hevdîtin kirine û daxwazên xwe pêşkêş kirine û got: “Me bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir. Ji me re got ku ez dizanim ku nexweşê penceşêrê A. Samet Çelîk serbest hatiye berdan, agahiyek wiha li ba min heye. Lê me ji wî bi xwe re got Çelîk hîna jî girtî ye û rewşa wî xirab e. Me jêre got ku ger di van şertan de di girtîgehê de bimîne dê jiyana xwe ji dest bide. Divê Wezareta Dadê dilxwaz be û bi biryar be.”
EDALETA JI BO MEHMET AGAR
50 jê giran, gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de hene. Şert û mercên dermankirinê pir xirab in. Lê Mehmet Agirê ku weke berpirsê “Hezar Operasyonan” û bersucê bûyera Sûsûrlûkê ku 25’ê nîsana 2012 hate girtin û di Girtîgeha Yenîpazar a Aydinê de hate bicihkirin, bi şert serbest hate berdan.