Ebola wê êdî di 15 deqeyan de bê teşhîskirin

Ebola wê êdî di 15 deqeyan de bê teşhîskirin

Di têkoşîna li dijî vîrûsa Ebola ya li Rojavayê Afrîkayê rê li ber mirina bi hezaran kesî vekir, gaveke nû hat avêtin. Di lêkolîneke li Fransayê de hat tespîtkirin ku nexweşî di 15 deqeyan de dikare bê teşhîskirin. 

Komîseriya Enerjiya dikare bê nûkirin û Enerjiya Atomê ya Fransayê (CEA) daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo vîrûsa ebola bê teşhîskirin wan rêbazeke nû afirandine û hat gotin bi vê rêbazê re di 15 deqeyan de vîrûs dikare bê tespîtkirin.

Li gorî CEA ya ku di heman demê de lêkolînên tibî dimeşîne ji bo testa ebola ya bi navê ‘eZYSCREEN’ dilopek xwîn an jî urîn bes e. Hat gotin ku ceribandinên dawî yên testê di dawiya mehê de diqedin û wê di demek kurt de bikeve meriyetê.

LI LABORATURAVÊ DU SAET Û NÎVAN BERDEWAM DIKIR

Eger test bê piştrastkirin wê li dijî vîrûsa eboleyê gaveke girîng hatibe avêtin, testên heta niha dihatin kirin nêzî 2 saet û nîvan berdewam dikirin. Testên heta niha dihatin kirin di laboratuvarê de dihatin kirin.

Ji bo lezkirina testa ebola lêkolînên li DYA û Japonyayê berdewam dikin.

HÊ DERMAN NEHATIYE DÎTIN

Li dijî vê nexweşiya ku di sala 2013’an de derket holê û li gelek welatan belav bû, hê derziyeke bi bandor a encama teqez bigire nehatiye dîtin.

Herî dawî li Qanadayê derziyek di encama testên hatiye kirin de şandin ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) yê.