Ebel: Di mijara Ocalan de divê Ewropa helwesta xwe biguherîne

Aktîvîst Marranne Ebel serdana çalakiya li Strasboûrgê kir û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir. Ebel got, "Divê Ewropa helwesta xwe ya li dijî Tirkiyeyê biguherîne."

Çalakiya li Strasboûrgê ku ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, di roja 47'an de ye. Aktîvîst Marranne Ebel serdana çalakiyê kir û helwesta Ewropayê rexne kir.

Çalakiya rûniştinê ya 63 saziyan a li ber avahiyên Konseya Ewropa û CPT'yê tê lidarxistin, dewam dike. Ji 23'ê Cotmehê û vir ve çalakger 5 caran bi rayedarên CPT re rûniştin, lê heta niha ti encam negirtine. Çalakger bi biryar in ku heta encamekê bigirin çalakiya xwe bidomînin.

Di serî de parlamenterên Parlamenta Ewropayê, nûnerên gelek saziyên siyasî û aktîvîst her roj serdana çalakgeran dikin û piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan nîşan didin. Yek ji van jî endama Koma Meşa Jinê ya Cîhanê ya ji Swîsreyê Marranne Ebel e. Ebel bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya Ewropayê ya di vê mijarê de bi zimanekî tund rexne kir.

ŞOQ BÛM E

Marranne Ebel da xuyakirin ku ew piştgiriyê dide çalakiya Kurdan a li vê derê û destnîşan kir ku pêkanînên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne yên qebûlkirinê ne. Marranne Ebel wiha dewam kir: "Li pêşberî bûyerên diqewimin şoq bûm e. Tecrîda li ser Ocalan şermezar dikim û rewşa ku hemû girtiyên siyasî tê de ye prosto dikim. Di vê mijarê de lazim e Ewropa helwesta xwe ya li dijî Tirkiyeyê bi biryardarî biguherîne. Tirkiye penaberan bi kar tîne, Ewropa jî serî li ber ditewîne."

HÊVIYA JI BO JINÊN LI GELEMPERIYA CîHANÊ

Aktîvîst Marranne Ebel diyar kir ku bi Meşa Jinê ya Cîhanê re wê berxwedana jinên Kurd nas kiriye û got, "Jinên Kurd li Rojava li dijî dijminê mirovahiyê têdikoşin. Em jî piştgiriyê didin van jinan. Rojava ji bo hemû jinên li cîhanê hêvî ye. Divê jinên li gelemperiya cîhanê jî xwedî li wir derkevin."