DYE bombe kir, Rûsya û Sûriyê şermezar kir

Dewletên Yekbûyî yên Emrîka li nêzî sînorê Urdun êli konvoyeke rejîma Sûriyê xist. Rûsya û Sûrî DYE şermezar kir.

Ryan Dîllon, yek ji ber devkê koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ya bi pêşengiya DYE’yê got, ‘’Koalîsyonê li El Tanafê li alîgirê rejîmê xist ku ji bo DYE û hêzên hevalbend taloke bûn’’.

Rayedarekî Emrîkî ku navê xwe nexwestiye bide ji AFP’ê re axiviye û gotiye, hêzên alîgirên rejîmê yên ku hatine bombekirin dibe ku milîsên Şiî bin.

Çavdêrê Mafê Mirovan ê Sûriyê diyar kir piraniya wan ji Sûriyêyê 8 kes di êrîşê de mirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Emrîka Jîm Mattîs diyar kir ku DYE hewl nade ku di şerê navxweyî yê Sûriyê de rola xwe zêdetir bike lê di rewşa tehdîdê de ew ê yekîneyên xwe biparêzin.

DYE cara pêşî Nîsanê li balafirgeha rejîmê El Şayratê xistibû û rêveberiya Trûmp sedema vê jî êrîşa kimyewî ya li Idlîbê nîşan dabû.

Rejîma Sûrî îro bi daxuyaniyekê êrîşa koalîsyonê şermezar kir. Jêderekî leşkerî ji ajansa Sana re axivî û got: ‘’Xwedêgiravî koalîsyon duh saet 16,30’î li herêma Badî ali ser rêya El Tanafê êrîş anî ser niqteyeke artêşa Sûriyeya Ereb’’

Alîkarê Wezîrê Kar û Barê Derve Guennadî Gatîlov jî diyar kir ku ev êrîş nayê qebûlkirin. Gatîlov, li gorî ajansa Rîa Novastia gotiye hemû çalakiyên leşkerî ku rewşa Sûriyê giran dikin ziyanê didine pêvajoya siyasî. Gatîlov got: ‘’Ev bi teqezî nayê qebûlkirin û binpêkirina serweriya Sûriyê ye.’’