Yekîtiya Ewropayê bang li Tirkiyeyê kir: Operasyonê bi dawî bike

28 endamên Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke hevpar weşand û bang li Tirkiyeyê kir ku bila operasyona li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bike.

28 endamên Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke hevpar weşand û bang li Tirkiyeyê kir ku bila operasyona li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bike. Di daxuyaniya hevpar a 28 endamên Yekîtiya Ewropayê de hate gotin ku “YE bang li Tirkiyeyê dike ku bila operasyona leşkerî ya yekalî ya li Sûriyeyê bi dawî bike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Tirkiye qala ‘herêma ewle’ dike ya ku ji bo penaber vegerin lê wisa xuya ye ku ev daxwaz krîterên navneteweyî pêk nayne. Li cihê ku mafên gel hatine binpêkirin ji bo îstîkrar û pêşveçûnê wê Yekîtiya Ewropayê alîkariyê nede.”