DYA’yê ataşeyê xebatê yê Venezuellayê dersînor kir

DYA’yê ataşeyê xebatê yê Venezuellayê dersînor kir

Piştî Venezuellayê sê dîplomasiyên Amerîkayê dersînor kir, we mîsîlekirinê DYA’yê jî roja sêşemê ataşeyek xebatê yê Venezuellayê dersînor kir.

Li gorî daxuyaniya ku ji Venezuellayê hatiye kirin, DYA’yê ataşeyê xebatê yê Venezuellayê ku li Wahîngtonê bû, dersînor kiriye. Ev agahî ji aliyê merciyên Amerîkayê ve hat piştrastkirin.

Wezareta Karê Derve ya Venezuellayê daxuyaniyek nivîskî da û hikûmet li dijî dersîno kirine ataşeyê xebatê yê Komara Bolîvar a Venezuellayê, Calîxto Ortega Rîos, sektereyê wî yê duyemîn yê seferatxaneyê Monîca Sanchez û Marîsol Gutîerrez ya seferatxaneya Hustonê, derketiye.

DYA’yê xwest ev kes di nava 48 saetan de welat terk bikin. Rayedarekî ji wezareta Karê Derve ya Amerîkayê got ku ger Venezuella ji vir şûnde bi îdiayên vala rayedarên Amerîkayê dersînor bike, ne başe û got ev weke bersivdayînê bû.

Serokdewletê Venezuellayê Nîcolas Maduro, roja duşemê bi muxalefetê re lihev kir û  bi îdiaya ku çalakiyên sabotajê yên erizaya elektîrtîkê, gur kirine 3 dîplomatên Amerîkayê dersînor kiribûn.

 Venezuella ji meha îlonê de ye erizeya elektîrîkê dijî. Rayedar vê wek sabotaj dibînin.