Du penaberên Kurd ên di gireva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

Du penaberên Kurd ên di gireva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

Li Belçîkayê 15 penaberên kurd ev 19 roj in di greva birçîbûnê de ne û ji wan 2 rakirin nexweşxaneyê.

Kurdên li bajarê Leuven û Bruksel a Belçîkayê dijîn, ji bo destura xebat û runiştinê bigirin, li Dêra Mînîmes dest bi grevê kiribûn û grev ket roja 19’an.

Sultan Korkut ji k udi grevê de bû ji ANF’ê re axivî û got: “Em diwazin rayedarên Belçîkayê bersivê bide daxwaza me ya runiştinê. Daîreya biyaniyên Belçîkayê dixwazim em welat terk bikin. me jî dest bi grevê kir. Em dixwazin ew biryara xwe paşde bikişînin. Heta niha bersivek nedane me . Heta bersivek erênî nedin me em dê çalakiya xwe bidomînin. Ger hewce be em dê çalakiya xwe vebiguherin rojiya mirinê.

Reşat Alkan k udi girevê de bû rakirin nexweşxaneyê, hat tespîtkirin ku nexweşiya wî ya hepatît B heye û Emîn Alkan jî nexweşiya wî ya mîgrenê heye. Doktoran ji wan re diyar kir ku divê ew grevê zêde berdewam nekin û an jî dê rewşa wan xerabtir be.