Du jinên Rojavahî li Dihokê hatin revandin
Du jinên Rojavahî li Dihokê hatin revandin
Du jinên Rojavahî li Dihokê hatin revandin
Li herêma Kurdistanê bajarê dihokê du jinên ciwan yên ji Rojavayê Kurdistanê li navenda bajar çar roj berê ji aliyê kesên ne diyar ve hatin revandin. Xizmên jinên ciwanên ku hatin revandin jî çalakî pêk anîn u çend kes hatin binçavkirin.
Li navenda Dihokê du jinên ku di temênê 15 û 18 salî de, dema ji bo kîrîna kel û pelan diçûn suka bajêr ji aliyê kesên nayên zanîn ve hatin revandin. Ji bo agahî ji keçên xwe bigrin dayik û xizmên jinên hatin revandin li navenda bajar çalakî pêk anîn. Polîsên hukumeta Herêmê mûdaxaleyî xwepêşandaran kirin û di encama vê mûdaxaleyê de gelek kes hatin binçavkirin. di çalakiyê de ji bo niv saetê pira Şemik Zera li trafîkê girtin. Piştre wê hêzên polîsan çûn cihê bûyerê û çend xizmên jinên hatîn revandin binçavkirin.
Girêdayî bûyera revandinê dayika yek ji jinên hatî revandin diyar kirin ku ew demek dirêj bû bi telefonê ji aliyê kesên nasnama wan ne diyar ve bi keça wê re peywendî dihat kirin. Dayikê got piştî ku keça wê bi hevala xwe re ji bo kirin û firotinê çû sûkê êdî venegeriyan malê û ji aliyê kêsên nayên zanîn ve di wesatiyek camên wê reş de hatine revandin. Tevî hemû hewildanên xizmên wana, ji jinên hatî revandî agahiyek ne hatiye girtin. Dema kû xizmên jinên mijara gotinê li telefonên wana digerin demek dirêj telefonên wana bê bersiv dimînin û piştre ji aliyê kesên kû jin revandine ve telefon wana tên girtin.
Keça kû ji ber bûyerê ketiye nava tirsekê de şeva înî li dayka xwe digere û jê re dibêje li hewara min werin û min rizgar bikin. Piştî kû dayik bi keça xwe re di axive 10 deqîqe derbaz dibin û bi heman telefonê li dayika wê tê gerîn û yek xwe dixwe cihê keça wê û jêre dibêje; “Dayê ez bi xwesteka xwe hatime, ez ji Kurdistanê hes nakim niha li Bexda me û pêwîst nake hûn li min bigerin.” Li ser vê telefonê dayika wê da zanîn ew ne dengê keça wê bû û dengê keça xwe nas dike. Hate zanîn kû ev herdû jinane li otelek ya Dihokê kar dikin û jina di temenê 15 salî de zewiciye û ya din jî ne zewiciye.
Ji ber kû rêveberiya polîsên Dihokê tu daxuyani di derbarê aqûbeta jinên hatîn revandin de ne dane û heta niha ne karîne nasnameya kesên her dû jinên ciwan revandî eşkere bikin wê xizmên jinên hatî revandin wê bûyerê bibin gel serokê hukumeta herêma Kurdistanê